Hewlêr (Rûdaw) - Li gor medya Tirkiyê li parêzgeha Stenbolê 3 welatiyên Îsraîlî ji ber ji birca Çamlica ya Stenbolê wêneyên mala Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtine bi îdîaya sîxûrtiya sîyasî û leşkerî hatin girtin.
Li gor agahiyan 11ê Mijdara 2021ê 3 welatiyên Îsraîlî bi navê N.O. û M.O. ku hevjînê hev in û jineke din, di şibakên birca Çamlicayê de wêneyên derdorê û yên mala Erdogan girtine û vê jî bala berpirsên bircê kişandiye û polîs hatine agahdarkirin.
Herwiha piştî agahdarbûna tîmên parastina serokkomariyê jî, polîsên Şaxa Têkoşîna Dij-Terorê ya Stenbolê her 3 kes desteser kirine. Li gor agahiyan piştî karê lêpirsînê ya her 3 welatiyên Îsraîlî bi dawî bûye îro 13ê Mijdara 2021ê derketine pêş dozgeriyê û bi îdîaya sîxûrtiya sîyasî û leşkerî hatine girtin.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid jî îdîaya sîxûrtiya wan kesên ku hatine girtin red kir. Berî niha jî meha borî medya fermî ya Tirkiye ragihandibû ku Saziya Îstîxbaratê ya Netewî (MIT) 15 kes bi tohmeta bo MOSSADê sîxûrtî kirine desteser kirine. Lê Alîkarê berê yê Serokê MOSSADê û Serokê Lîjneya Kar û Barê Derve û Berewaniya Îsraîlê ragihand ku ew 15 kes ne girêdayî MOSSADê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse