Enqere (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê plakayên otomobîlan de biryareke nû da.
Li gorî vê biryarê, divê ew plakayên ku ne li gorî standarta nû ne werin guhertin. Kesên ku plakaya otomobîla xwe neguherin, dê 140 hezar lîreyî cezayê bidin.
Hikûmeta Tirkiyeyê plakayên bi navê APP (Ewropa Pres Plaka) bi temamî qedexe kirin.
Birêvebirî dixwaze plakayên nû li gorî pîvanên yasayî werin çapkirin.
Ji bo guhertina her plakayekê herî kêm 1,300 lîre pêwîst e. Ev yek di nav vê krîza aborî de li ser xelkê bûye bargiraniyeke mezin.
Xwediyên otomobîlan ji vê biryarê aciz in. Beşeke zêdetirî welatiyan nizanin ka plakayên wan APP ne yan na.
Welatiyê bi navê Ramazan Alkan diyar kir ku ev plaka 14 sal in li ser otomobîla wî ye û got, “Heta niha di trafîkê de bû û kontrolan jî derbas bûye lê niha dibêjin nabe, heyf e.”
Welatiyekî din ê bi navê Saît Kandemîr li ser zehmetiyan got, “Ez ji saet 9ê sibehê ve li vir im. Karê min hîn xelas nebûye. Rezalet e.”
Welatiyê bi navê Sabrî Ezbercî jî diyar kir ku ev biryar "bêwate ye" û tenê xelkê diêşîne.
Hostayê plakayan Sedat Er bal kişand ser agahdarkirina xelkê û got:
“Kes nizane plakaya APP çi ye. Welatî di derbarê plakayan de tiştekî nizanin û tên ji me dipirsin. Xwezî beriya biryarê xelk bihata agahdarkirin.”
Li ser nerazîbûnan, wezaretê cezayên ku heta niha ji bo plakayên nestandart hatibûn birîn betal kirin.
Wezareta Karên Navxwe heta 1ê Nîsana paşerojê dem da welatiyan da ku plakayên xwe biguherin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse