Tekîn: Ji bo perwerdeya Kurdî hemû gav hatine avêtin

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan Yusuf Tekîn Kurdî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn li ser perwerdeya bi Kurdî got, "Ji bo perwerdeya Kurdî hemû gav hatine avêtin."

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn, beriya civîna koma AK Partiyê ya li parlamentoyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Tekîn, hem derbarê perwerdeya Kurdî de hem jî derbarê perwerdeya 12 salî ya mecbûrî de ku di rojevê de dîsa tê nîqaşkirin, daxuyanî da.

"Gavên ku divê bên avêtin hatine avêtin"

Di bersiva xwe ya li ser pirsa derbarê perwerdeya Kurdî de, Tekîn got:

"Kursên Kurdî hatin vekirin, perwerdehî hate dayîn, dersên bijarte hatin danîn. Mamoste hatin tayînkirin.

Ji aliyê Wezareta Çandê ve berhemên çandî û hunerî yên bi Kurdî hatin weşandin, şano bi Kurdî hate lîstin, muzîk û weşanên televizyonê yên bi Kurdî hatin kirin.

Her cure gavên ku divê bên avêtin, di vê mijarê de hatine avêtin."

Tekîn, di derbarê mijara perwerdeya mecbûrî de got ku perwerdeya 12 salî ya mecbûrî ji aliyê hin kesan ve tê rexnekirin.

Tekîn wiha got: "Ji aliyê me ve tu pirsgirêk nîne lê li qadê, bi taybetî hin çavkanî wekî cîhana kar nerazîbûna xwe tîne zimên."

Her wiha Tekîn diyar kir ku ev çavkanî di peydakirina karkerên navîn de zehmetiyan dikişînin.

Tekîn da zanîn ku niha ji bo kêmkirina dema perwerdeya mecbûrî tu xebateke çalak nayê meşandin û tenê pêvajo tê şopandin.

Tekîn diyar kir ku ew ji berdewamiya nîqaşên li ser perwerdeyê yên di rojevê de kêfxweş e û got ku li gorî daxwazên ji raya giştî, dikarin nirxandinê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst