Heyeta Îmraliyê: Baweriya xwe bi 'notên hevdîtinê' yên tên belavkirin neynin

14-07-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê DEM Partî Notên Hevdîtinan Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê hin belge û notên ku wekî ‘notên hevdîtinê’ yên bi Abdullah Ocalan re li ser medyaya civakî tên belavkirin, daxuyaniyek da.

Heyetê diyar kir ku ev cure belge spekulatîf in û hatine berovajîkirin û banga raya giştî kir ku baldar be.

Li gorî daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ev demeke hinek derdor li ser medyaya dijîtal notên tên îdiakirin têkildarî hevdîtinên li Girava Îmraliyê ne parve dikin û şîrove dikin.

“Raya giştî nêrînên Ocalan meraq dike”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ji aliyê civakê ve bi eleqeyeke mezin tên şopandin û raya giştî bi taybetî nêrînên Ocalan ên derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk meraq dike, li bendê ye û dişopîne.

Lê heyetê tekez kir ku divê derbarê vê pêvajoyê tenê daxuyaniyên ku ji aliyê wan ve tên dayîn esas werin girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji bilî yên ku ji aliyê heyeta me ve hatine pêşkêşkirin û vegotin, divê bawerî bi belge û agahiyên ku hatine berovajîkirin, spekulatîf û bi şîroveyên bêbingeh hatine pêşkêşkirin, neyê anîn.”

Her wiha heyetê destnîşan kir ku hewldanên ji bo têkdana baweriyê wekî “hewldanên provokatîf” tên nirxandin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku pêvajoyên hestiyar ên wekî aştiya civakî, pêwîstî bi ciddiyet, pêbawerî û nepenîtiyê heye û da zanîn ku ew xebatên xwe li gorî vê prensîbê didomînin.

 “Hemû hevdîtin bi beşdariya rasterast a heyetê pêk hatine”

Her wiha hat diyarkirin ku berevajî îdiayan, hemû hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi beşdariya rasterast a heyetê pêk hatine û hişyarî hat dayîn ku "ji bilî daxuyaniyên heyeta me, bawerî bi ti notên hevdîtinê an jî belgeyan neyê kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin