Bakirhan: Tirkiye lihevkirina Şam û Kurdan asteng dike

14-08-2025
RÛDAW
 Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan / Wêne: AA
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan / Wêne: AA
Nîşan Tuncer Bakirhan Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku Hakan Fîdan ne di kabîneya Sûriyeyê de ye û Tirkiye lihevkirina Şam û Kurdan asteng dike.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevpeyvîneke li gel T24ê de li ser mijarên di rojevê de axivî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotibû, “YPG di rola têkder de ye, entegreyî sîstemê nabe û vê hewaya erênî xirab dike."

“Fîdan hemû xebatên xwe li ser têkbirina destkeftên Kurdan dike”

Tuncer Bakirhan li ser pirseke derbarê vê gotina Fîdan got, “Hakan Fîdan hemû kar û xebatên xwe li ser têkbirina destkeftên Kurdan dike û hemû cîhan jî vê yekê dibîne.

Kî nava rojê çavên xwe bigire, dê her derê wekî şev bibîne.

Lê belê şev tenê ji bo wî ye, ji ber ku derve ronî ye, roj e.

Hakan Fîdan jî dema çavên xwe digire, her derê wekî şev dibîne, dema çavên xwe digire, wisa dizane ku Kurd tine ne.

Dema dibêje 'Kurd û mafên wan tine ne', wisa tevdigere ku qey ew tine dibin.

Lê birêz Hakan şaş e. Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de çavên xwe veke, rastiyê bibîne û zimanekî ku xizmeta çareseriyê bike bi kar bîne.”

“Hakan Fîdan li dijî Kurdan tevdigere”

Bakirhan her wiha amaje bi yekê kir Hakan Fîdan li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê tevdigere û got:

“Fîdan hemû kar û barên xwe li ser têkbirina destkeftên Kurdên li Sûriyeyê bi rê ve dibe û hemû cîhan jî vê yekê dibîne û ev rewşeke cihê xemgîniyê ye.”

Bakirhan bal kişandiye sere wê yekê ku Kurd li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan li Şamê û li Tirkiyeyê jî çareseriya pirsgirêkan li Enqereyê digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin