Stenbol (Rûdaw) - Leyla Tatlî ya dayika stranbêjê navdar ê ji Rihayê Îbrahîm Tatlises ji ber têkçûna endamên laş wefat kir.
Di daxuyaniya ku ji Nexweşxaneya Bahçelîevlerê ya Medîcanayê hat dayîn de hat gotin ku Leyla Tatlî ya dayika Îbrahîm Tatlises ji ber nexweşiyên ku piştî temenê derdikevin holê dihat dermankirin.
Nexweşxaneya Bahçelîevlerê ya Medîcanayê diyar kir ku Leyla Tatli di 11ê Çileya 2019an de ji bo dermankirinê rakirin serwîsa wan a daxiliyeyê û di 15ê Çileyê saet 11.40ê de wefat kir.
Di daxuyaniyê nexweşxaneya de wiha hat gotin: “Digel hemû midaxale û dermankirinê nexweş baş nebû. Digel hemû hewldanên bijîşkên me Leyla Tatli di 15ê Çileya 2019an de wefat kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse