Rêwîtiya dawî ya Onder gelek alî anîn cem hev: ‘Ew qasidê aştiyê bû’

05-05-2025
Omer Sonmez
Sirri Sureyya Onder li Stenbolê hat bibîranîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sirri Sureyya Onder li Stenbolê hat bibîranîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sirri Sureyya Onder Stenbol Wefat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Sirri Sureyya Onder bi beşdariya bi dehhezaran kesan li Stenbolê hat oxirkirin û di rêwîtiya xwe ya dawî de jî gelek aliyên cuda gihandin hev.

Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Stenbolê hat veşartin.

Di merasîma bibîranînê de peyamên sersaxiyê yên Abdullah Ocalan, Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî li salonê hatin xwendin.

Ji berpirsên hikûmetê bigire heta siyasetmedar, hunermend, derhêner, karker, xwendekar û hezkiriyên wî hemû pêkhate û rengên civakê ji bo oxirkirina wî amade bûn.

Cenazeyê Sirri Sureyya Onder piştî nimêjê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê hat binaxkirin.

Dê ji 5ê Gulanê û bi şûn de maweyê 3 rojan li Navenda Cemal Reşît Reyê ya Stenbolê û li tevahiya rêxistinên bajar û navçeyan yên DEM Partiyê şîn bê danîn û serxweşî bên qebûlkirin.

Siyasetmedar û xelkê ku ji Rûdawê re axivîn bal kişand ser rola girîng a ku Sirri Sureyya Onder di her du pêvajoyên çareseriyê de gerandibû û wan got ku “Ew qasidê aştiyê bû.”

Pêşî ji bo Onder li Navenda Çandê ya Atuturkê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Cenazeyê Onder bi çepik û dirûşmên “Bijî Bratiya Gelan” û bi lorandina dayîkan gihişt salonê.

Xelkê wêneyên rûkên ê Onder bi ber dilê xwe ve kirin.

Dayîka Aştiyê Amîneyê got:

“Rola Sirri Sureyya Onder ya aştiyê gelekî girîng bû. Em bi mirina wî gelekî xemgîn bûn.”

“Ew herkes bû”

Îsmaîl Fîlîzê rêhevalê Sirri Sureyya Onder biland:

“Ew herkes bû: Kurd bû, Laz bû, Ereb bû, Çerkez bû, Elewî bû. Ji hemû bîr û baweriyan hezkiriyên wî hebûn. Merivekî ji gel bû.”

Piştî axaftinên xatirxwestinê yên keça wî Ceren û birayê wî Elî, peyamên Abdullah Ocalan, Serok Barzanî û Bafil Talebanî li salonê hatin xwendin.

“Her kes û her cure siyaset anîn ba hev”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar li ser Onder wiha axivî:

“Xelk xwedî li Sirri derket û soza xwe got. Qerebalixî û beşdariya zêde li holê ye.

Sirri ev 18 roj in li nexweşxaneyê her kes û her cure siyaset anîn ba hev.”

“Gelekî zehmet e ku dewsa wî bê dagirtin”

Alîkarê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen bi vî rengî peyivî:

“Gelekî zehmet e ku dewsa Sirri Sureyya Onder bê dagirtin.

Di vê pêvajoyê de koçkirina wî ji bo rewşa pêvajoyê li ber dilê me hemûyan rê li ber fikaran vekir.

Ez hêvîdar im ku ev pêvajoya aştiyê temam bibe û em bexşî bîranîna wî ya nemir bikin.”

Piştî bernameya bibîranînê bi hezaran kes bi cenazeyê Onder re ji Meydana Taksîmê heta Mizgefta Barbarosê ya Leventê bi pankart û sloganên aştiyê meşiyan.

Hewşa mizgeftê heta dev mişt tiji bû. 

Nimêja cenaze li ser wesiyeta wî ji aliyê dostê wî yê îlahiyatnas Îhsan Elîaçik ve hat kirin.

Bi hezaran kesan bi hev re heqê xwe li Sirri Sureyya Onder helal û xweş kir.

“Xebateke gelekî hêja û zêrîn meşand”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk bal kişand ser xebata wî ya ji bo aştiyê û anî zimên:

“Ji bo aştî û biratiyê xebateke gelekî hêja û zêrîn meşand.

Em vê carê gelekî bi hêvî bûn ku aştiyeke birûmet were rojevê lê mixabin me birayê xwe yê hêja winda kir.

Em wekî heval û partiya wî dê zêdetir ji bo aştiyê bixebitin.”

“Em dê doza wî ya aştiyê heta dawiyê bidomînin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku ew dê li pey doza aştiyê herin û daxuyand:

“Em dê doza wî ya aştiyê heta dawiyê bidomînin. Em dê aştiyeke birûmet diyarî wî bikin.

Ji bo aştiyê lazim e dewlet jî berpirsyariya xwe bîne cih.”

Ji berpirsên hikûmetê bigire heta siyasetmedar, hunermend, derhêner, karker, xwendekar û hezkiriyên wî hemû pêkhate û rengên civakê ji bo oxirkirina wî amade bûn.

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana û Ahmet Turk, Başak Demîrtaş, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Serokê CHPyê Ozgur Ozel, Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Celal Adan, Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan, parlamenter, siyasetmedar, rûspî û nûner û berpirsên civaka sivîl li merasîma nimêja cenaze amade bûn.

Hunermend, nivîskar û derhênerên wekî Nur Surer, Mahsun Kirmizigul, Yilmaz Erdogan, Îbrahîm Tatlises, Ezel Akay, Riza Kocaoglu jî beşdarî merasîmê bûn.

Sirri Sureyya Onder, ji bilî senaristî, derhênerî û nivîskariyê, yek ji navên herî girîng û rengîn ên siyaseta Tirkiyeyê bû. 

Onder roja 18an a piştî dermankirina xwe ya li nexweşxaneyê, 3yê Gulanê li Stenbolê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst