Abdullah Ocalan: Salih Mislim dê wekî stêrka nemir a têkoşîna me bimîne

1 demjimêr berê
Nîşan Abdullah Ocalan Salih Mislim Wefat Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan got, “Salih Mislim dê wekî stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.”

Salih Mislim 11ê Adara 2026an li Hewlêrê koça dawî kir.

Ew endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê PYDyê bû û nexweşê gurçikan bû.

Salih Muslim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê hatibû Hewlêrê.

“Ew êdî nemir e”

Abdullah Ocalan li ser koça dawî ya Salih Mislim peyameke nivîskî belav kir û got:

“Dema ku Heval Salih Mislim ji vê dinyayê koç dike… 

Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Mislim êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî yad kir.

Bê guman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û welatê xwe jiyanek derbas kir û ew bû nemir.

Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi Kurdan re dibû Kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi Tirkan re dibû birayekî heq.

Wî Asûrî, Ermenî, Çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.

Ew kevirekî bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew dê her daîm wisa bimîne.

Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir.

Ew dê li ser vê bingehê, wekî stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.

Şehadeta Salih Mislim ne windahiyek e. Berevajî vê, ew dê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.

Abdullah OCALAN

12ê Adara 2026an

Îmrali”

Salih Mislim kî bû?

Salih Mislim Mihemed, Adara 1951ê li gundê Şêranê yê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Kobaniyê kuta kiriye.

Sala 1977an Beşa Endezyariya Kîmyayê li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê qedandiye û pişt re ji bo fêrbûna zimanê Îngilîzî salekê li Londonê xwendiye.

Wekî endezyarê kîmyayê di şirketa Petrominê de li Erebistana Siûdî xebitiye.

Dawiya salên 80yî bi rêya karkerên Kurd ên li Erebistana Siûdî pêwendî bi refên PKKyê re daniye.

Sala 1990î vegeriyaye Sûriyeyê û li Kobanî û Helebê wekî endezyar xebitiye.

Sala 1998an bûye endamê Polîtburoya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk û sala 2003yan bûye yek ji damezirînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

3 caran hatibû desteserkirin

Salih Mislim 3 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye desteserkirin.

Sala 2004an li Kobaniyê hat desteserkirin û salekê di bin şkenceyê de ma, sala 2006an jî 3 mehan desteserkirî ma.

2009an rejîma Sûriyeyê hewl da wî desteser bike lê ji ber ku ew ne li malê bû, hevjîna wî Eyşe Efendî desteser kirin û 9 mehan di girtîgehê de ma.

Salih Mislim salên 2010-2017an Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.

Posta wî ya dawî endamtiya Konseya Hevserokatiya PYDyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst