STENBOL - 3 ciwanên Kurd 18 roj in li balafirgehê asê mane

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Balafirfgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê Stenbol Tirkiye Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 ciwanên Kurd ên xelkê Silêmaniyê 18 roj in li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê asê mane.

Li gorî gotina wan ciwanan piştî dersînorkirina wan a ji Gurcistanê, ji ber girtina balafirgehê ew nikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Ciwanan saziyên peywendîdar ên Îraq û Herêma Kurdistanê rexne kir û got, "Bila bi kelepçekirî be jî tenê me vegerînin."

Yek ji wan ciwanan ê ku navê Raber Kemal e û ji navçeya Seyid Sadiqê ya Silêmaniyê ye ji Rûdawê re got:

"Em 3 ciwanên Kurd ên ji parêzgeha Silêmaniyê ne. Em ji bo geştê çûn Tirkiyeyê û ji wir jî bi transît em çûn Gurcistanê.

Rayedarên Gurcistanê rê neda em derbasî welatê wan bibin tevî ku vîze, sîgorta, bîlet û cihê otela me jî hazir bûn lê wan rê neda me."

Li gorî gotina Raber Kemal, piştî ku ew ji bo Tirkiyeyê hatine vegerandin, hevalekî wan ê din ê ku li Libnanê bûye hatiye cem wan da ku bi hev re vegerin Hewlêrê.

Li gorî gotina Raber Kemal di vê pêvajoyê de ew rastî pirsgirêkên din hatine û got:

"Bîleta me ya vegerê 28ê Sibatê saet 11:00an de bû lê saet 10:00an ji ber şer balafirgeh hat girtin û em nikarin vegerin."

18 roj in bê nan û cihê razanê ne

Ciwanan behsa rewşa xwe ya dijwar a li balafirgehê kir û got

"Ji wê sibehê ve heta niha em li vir in. Ne nan didin me û ne jî cihê şûştin û razanê heye. Bi kurtasî ti tişt li vir tuneye."

Raber Kemal diyar kir ku birêvebiriya balafirgehê ji wan re gotiye, heta ji aliyê welatê wan ve bi fermî e-mail ji wan re neyê şandin, ew nikarin rê bidin vegera wan.

"Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo me ti tiştî nakin"

Ciwan di peyama xwe de gazinan ji saziyên peywendîdar dikin.

Ew dibêjin wan bi Wezareta Karên Derve û Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê û her wiha bi Fermandariya Peywendiyên Karên Derve ya Herêma Kurdistanê û konsulxaneyan re xeber daye lê wan ti bersiv wernegirtiye.

Raber Kemal di berdewamiyê jî de got, "Mixabin tenê bi 'îro û sibe' me dixapînin.

Fermandariya Peywendiyên Karên Derve dibêje, em nikarin ti tiştî ji bo we bikin.’ Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî bi heman rengî bersivê dide.

Tişta ku em dixwazin tenê veger e. Em ji wan re dibêjin, ‘bila me her sêyan bi hev re kelepçe bikin û bi polîsan re be yan jî bi her kesê din re be me bişînin’ bes e bila me vegerînin lê belê kes bersiva me nade."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst