Ji parlamentoya Tirkiyeyê tê xwestin ku Enfalê wekî jenosîd nas bike

3 demjimêr berê
Kosar Osman
Nîşan Enfal Komkujî Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên  DEM Partiyê li parlamentoya Tirkiyeyê, bi israr qala Komkujiya Enfalê ya rejîma Beisê ya li dijî Başûrê Kurdistanê dikin û ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku Enfalê wekî jenosîd nas bike.

Ji xeynî DEM Partiyê, partiyên din ên mixalefetî jî komkujiya Kurdan şermezar kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê di axaftina xwe ya li parlamentoyê de ragihand ku ew komkujî û Enfala 14ê Nîsana 1988an û komkujiyên din ên li dijî gelê Kurd ji bîr nakin û rê nadin ku werin jibîrkirin.

Gulderen Varliyê wiha got:

“Komkujiya hezaran mirovan, derbederkirin û armancgirtina nasnameya neteweyekê, li cem Xwedê û di qanûnên gerdûnî de tawaneke mezin e.

Mixabin ev tawan tenê di rabirdûyê de nemane, îro jî bi şêweyên cuda didome.

Nasname û destkeftiyên gelê Kurd hîn jî dibin hedef.

Lê li beramberî vê siyaseta qirkirinê ya bi sedsalan, îro îradeyeke bihêztir a yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye û Kurd yekrêz in.

Em kesên ku di Komkujiya Enfalê de canê xwe ji dest dane bi bîr tînin. Tawanên ku îro li Rojhilata Navîn tên kirin, dê wekî tawanên Enfalê veşartî nemînin.”

DEVA: Enfal bûyereke biêş e û divê em bi bîr bînin

Parlamenterê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî di axaftina xwe de behsa Enfalê û rejîma Beisê kir û got:

“Yek ji wan bûyerên biêş ên ku divê em vê hefteyê bi bîr bînin, Komkujiya Enfalê ya sê salan e.

Di navbera salên 1986 û 1989an de li Îraqê nêzîkî 200 hezar kesî canê xwe ji dest da, nêzîkî 4 hezar û 500 gundan wêran bû û zêdetirî milyonek kesî koç kir.

Her wiha Komkujiya Helebceyê ya 16ê Adara 1988an wekî jenosîd hat naskirin. Komkujiya Enfalê ji aliyê parlamentoyên gelek dewletan ve wekî jenosîd hatiye naskirin.

Bîranîna van rojên biêş tenê ne bîranînek e, di vê qonaxa aloz de berpirsyariya me ye ku em bi Tirk, Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên dînî û neteweyî re Rojhilata Navîn bikin navçeya aştî û jiyana pêkvejiyayî.

Em hêvî dikin ku welatê me û cîranên me ji vê bîranîna biêş dersekê wergirin û herêmê ji siyasetên jenosîdê rizgar bikin û bikin giraveke aştiyê.”

“Rejîmên faşîst û Îran qirkirina Kurdan didomînin”

Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ew dixwaze bi bîranîna zêdetirî 200 hezar Kurdên enfalkirî dest bi axaftina xwe bike û got:

“Belê, êşeke mezin e lê vê herêmê her tim ev êş dîtine. Yek ji wan ên herî mezin Jenosîda Enfalê bû ku 14ê Nîsana 1988an ji aliyê rejîma Beisê ya Sedam ve hat kirin.”

Temellî naskirina Enfalê girîng nirxand û wiha pê de çû:

“Rejîmên zordar û faşîst, êriş û qirkirina li dijî gelan didomînin.

Îro li Rojhilata Navîn em di nav şer de ne. Belê, di rabirdûyê de ev êşên me hebûn, îro jî ev êş didomin, li Filistînê û li Îranê berdewam dikin.

Hêzên emperyalîst êriş dikin û gelan qir dikin, di heman demê de rejîma Îranê jî darvekirina Kurdan didomîne.”

CHPyê jî Komkujiya Enfalê şermezar kir

Alîkarê Serokê Koma CHPyê Murat Emîr jî di axaftina xwe de bal kişand ser mijara Enfalê û got:

“Ez jî dixwazim bi şermezarkirina wê hovîtiya ku beriya 38 salan bi navê Enfalê dest pê kir û li Helebceyê bi komkujkirina zêdetirî 5 hezar Kurd û bi giştî nêzîkî 200 hezar mirovî û bi bikaranîna çekên kîmyayî yên herî giran ên di dîroka mirovahiyê de bi dawî bû, dest bi axaftina xwe bikim.

Careke din tekez dikim ku ji bo hovîtiyeke wiha ducare nebe, divê em di bîra xwe de zindî bihêlin.”

"Nêzîk bû ku Enfal li Rojavayê Kurdistanê ducare bibe"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun jî got:

“Di salvegera Komkujiya Enfalê de, ez bi rêz û xemgînî bi dehan hezar Kurdan bi bîr tînim.

Komkujiya Enfalê di wijdana mirovahiyê de birîneke kûr e.

Ev komkujî ne tenê berhema rabirdûyê ye, berhema hişmendiyeke tarî ye ku metirsiya ducarebûna wê heye.

Tenê çend meh berê, wan bangên ku ji bo enfalkirina gelê Kurd li Rojava hatin kirin, nîşan da ku dixwazin dîrokê ducare bikin lê yekîtî û têkoşîna gelê Kurd rê li ber vê girt.

Bi vê hişmendiyê, erkê me hemûyan e ku em aştiyê bi pêş bixin û wijdana hevbeş a mirovahiyê biparêzin, da ku êşên wiha ducare nebin.”

Sirri Sakik ji bo naskirina Enfalê pêşniyara qanûnê da

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî bi bîr xist ku rejîma Beisê li Başûrê Kurdistanê Enfal pêk aniye û got:

“Me Kurdan di nava van 100 salan de li her çar parçeyan salên tijî êş derbas kirin.

Beriya 38 salan li Başûrê Kurdistanê, di nava sê salan de 200 hezar Kurd ji aliyê Sedamê kujer ve hatin kuştin.”

Sakik ji Rûdawê re got, “Me hewleke cidî daye da ku dewleta Tirkiyeyê Enfala Sedam Husên wekî jenosîd nas bike.”

Parlamenterê Kurd di axaftina xwe ya parlamentoyê de jî got:

“Çawa ku Parlamentoya Tirkiyeyê komkujiyên Bosnayê wekî jenosîd nas dike û qirkirina li Filistînê dibîne, min jî pêşniyareqanûnek amade kir û pêşkêşî vê parlamentoyê kir.

Pêwîst e ev parlamento, wê hovîtiya ku li hemberî birayên me hatiye kirin wekî jenosîd qebûl bike.”

Ev hewla parlamenterên DEM Partiyê di demekê de ye ku qala “pêvajoya çareseriyê” tê kirin û DEM Partî jî yek ji aliyên sereke yên vê pêvajoyê ye.

Sirri Sakik li ser vê mijarê jî got, “Eger em bi hev re û di nava biratiyê de bijîn, divê xema Kurdan bibe xema vê parlamentoyê jî.”

Piraniya wan parlamenterên ku li ser Komkujiya Enfalê axivîn, tekez kir ku ew wê bûyerê ji bîr nakin û rê nadin ku were jibîrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst