Erdogan Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû ji kar dûrxist

15-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Melîh Bûlû bi Biryarnameya Serokkomariyê ji kar hat dûrxistin. Prof. Dr. Melîh Bûlû meha Çileya 2021ê bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wek rektor bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû danîn.

Piştî danîna wî wek rektor, akademîsyen û xwendekarên zanîngehê dijî biryarê rawestiyan û dest bi çalakî û protestoyan kirin. Akademîsyen û xwendekarên ku daxwaza îstîfaya Bûlû dikirin 195 rojan bê navber protestoya xwe berdewam kirin. Akademîsyen û xwendekaran daxwaz kirin ku rektor ji pêkhateyên zanîngehê û bi rêya hilbijartinan were hilbijartin, ne ku were danîn.

Akademîsyenên zanîngehê her roj li kampusê dihatin ba hev û bi awayê ku pişta xwe didan avahiya rêveberiya zanîngehê protestoyên xwe berdewam dikirin.

Bûlû îro bi Biryarnameya Serokkomariyê ji kar hat dûrxistin. Biryar di rojnameya fermî de hat weşandin û kete warê cîbicîkirinê. Li şûna Bûlû kesekî din bo rektoriyê heta niha nehatiye erkdarkirin. Tê meraqkirin gelo dê rektorê nû dîsa ji aliyê Erdogan ve were danîn an ji aliyê akademîsyenan bi rêya hilbijartinan were hilbijartin. Hinek alî ji kar dûrxistina Bûlû wek paş de gav avêtina Erdogan binav dikin.

Bi sedan xwendekar hatibûn girtin

Di protestoyên Zanîngeha Bogazîçiyê ên li dijî Bûlû, di 2ê Sibata 2021ê de polîsan bi ser malên xwendekaran de girtibûn û 159 xwendekar hatibûn girtin. Xwendekar paşê hatibûn berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst