Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê mohleta nîştecîhbûnê bo kesên biyanî nayê dayîn ku berê ev biryar tênê bo 10 navçeyan hatibû dayîn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku Stenbolê li ber nîştecîbûna koçberan girtine û destûrê nadin kesên biyanî li 39 navçeyan bicih bibin. Ligel vê yekê kesên ku xaniyên xwe bi kirê bidin biyaniyan an jî wan bi awayekî qeçax li hotelên xwe bihewînin bo wan kesan jî dê cezayê hilweşandina ruxsatê û cezayê pere bê dayîn.
Li gor amarên fermi %8ê nifûsa Stenbolê biyanî ne ku dike 1 milyon û 294 hezar û 124 kes. Ji vê hejmarê jî 535 hezar û 25ê wan jî yên Sûriyê ne. Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, zêdeyî 15 milyon kes dijîn û li gor hinek amaran derdora 5 milyonan ji wan Kurd in, hinek amar jî dibêjin 6 milyon Kurd li wî bajarî dimînin.
Piştî şerê navxwe yê Sûriyê, bi milyonan koçber jî derbasî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûn û gelek ji wan jî ji bo kar û çûna Ewropayê, berê xwe dane Stenbolê û li wir nîştecih bûne. Ji ber mana wan a dirêj û hinek aliyên nijadperest bi taybetî dijayetiya li hemberî wan sor dikin, rewşa wan her di rojeva Tirkiyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse