Hewlêr (Rûdaw) - Di doza Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Omer Faruk Gergerlîoglu li dijî parlamentoya Tirkiyê vekiribû de, biryar hat dayîn ku mûçeyên heyama ku parlamenteriya hatibû hilweşandin bê dayîn.
Parlamenterê Partiya Çepa Kesk (YSP) Omer Faruk Gergeliglu kopiyeke biryara dadgehê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye û ragihand ku ew dê hemû mûçeyên ku di dema bêparkirina wî ji mafên parlamenteriyê û zindanîkirinê de jê hatibûn standin, bê vegerandin.
Piştî ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn mafê parlamenteriyê ji wî re hat vegerandin, Omer Faruk Gergelioglu ku niha parlamenterê YSPê ye û berê jî parlamenterê HDPê bû, gilî li dijî parlamentoya Tirkiyê tomar kiribû ku mafên wî yên darayî yên ku dema ji mafê parlementeriyê bêpar mabûn bide.
Îro Dadgeha Îdarî ya navçeya 17emîn a Enqereyê biryar da ku hemû mûçe û dermalên darayî yên Gergerlioglu yên çar mehên ku di girtîgehê de maye bi sûda bankî were dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse