Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji ber rewşa tenduristiyê ya Wekîlê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder 2 rojan navber da karên xwe.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, doh bi şev ji ber krîza dil li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê hat emeliyatkirin.
Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê damara serekî yê aortê yê Onder ji serî heta binî qetiyabû û emeliyata wî nêzîkî 12 demjimêran berdewam kir.
Li gorî zanyariyan Desteya Giştî ya Parlamentoyê îro ber rewşa tenduristiyê ya Onder biryar da ku 2 rojan navber bide karên xwe, lê komîsyon dê li ser xebatên xwe berdewam bin.
Ji ber ku Sirri Sureyya Onder di heman demê de Wekîlê Serokê Parlamentoyê ye, beşek ji komcivînên Desteya Giştî ya Parlamentoyê ji aliyê wî ve dihatin birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse