Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Bijîşkên Tirk ji bo pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve 5 pêşniyar kirin.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk derbarê pêvajoya çareseriyê û çekdanîna gerîlayên PKKyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk ragihand ku ji bo pêvajoya çareseriyê berpirsiyariyên mezin dikevin ser mile desthilatê û divê destpêkê girtiyên nexweş ên li girtîgehan berdin.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk tekez kir ku aştî tenê bi bêdengkirina çekan çênabe, divê dadmendî pêk were û mafên bingehîn bên dabînkirin û her endamekî civakê jiyaneke wekhev û bi rûmet bijî.
Li gorî Yekîtiya Bijîşkên Tirk, nemana şer hincetên astengkirina mafên demokratîk ji holê radike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ji bo pêkhatina komareke gelparêz, laîk, demokratîk, wekhev û civakeke aştîxwaz, azad û tebdursut divê pêvajo bi awayekî şefaf were meşandin, hemû beşên civakê li xwe bigire û di heman demê de dawî li kiryarên ne demokratîk were.”
5 Pêşniyarên Yekîtiya Bijîşkên Tirk
Yekîtiya Bijîşkên Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan pêngavên ku divê demildest bên avêtin bi vî awayî rêz kirine:
- Divê girtiyên nexweş bên berdan.
- Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û darizandina wan bi awayekî negirtî bidome.
- Divê polîtîkaya qeyûman bi dawî bibe û kesên ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe.
- Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman, derbirîn û xwenîşandanê bên rakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse