Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di operasyonekê de 40 koçber hatin desteserkirin.
Herwiha ligel ku zanîne koçber in û ew vehewandine cezayê pereyan li 35 hotelan hat birîn.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li Îzmîrê di operasyonên “Kalkan-15” de 40 koçber hatine desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî tekez kir ku çavê wan li ser wan cihan e yên koçberên neyasayî vedihewînin û got:
“Em dê bênavber di operasyonên xwe de berdewam bin.”
Li gorî Yerlîkaya, di çarçoveya têkoşîna li dijî “koça neyasayî” de hêzên ewlehiyê li navçeya Konakê operasyonek birine ser 35 hotelan.
Di operasyonê de cezayê pereyan li 35 hotelan hatiye birîn, 40 koçber hatine desteserkirin, ji wan yek hatiye girtin û 39ê din jî bo Navenda Paşdevegerandinê ya Bajêr hatine radestkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse