Viviana li Stenbolê bû Misilman: ‘Kurd mirovên pir esîl û kubar in’

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Yuri Viviana Arboleda Urrea / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Yuri Viviana Arboleda Urrea / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yuri Viviana Arboleda Urrea Misilmanbûn Kolombiya Kurd Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Yuri Viviana Arboleda Urreaya 42 salî, jineke ji Bogotaya paytexta Kolombiyayê ye.

Wê ji bo serdaneke geştyariyê berê xwe da Stenbolê lê bi dîtina mizgeftan jiyana wê guherî.

Viviana beriya 6 mehan gava ji bo geştyariyê çû Stenbolê, dîtina mizgeft û nimêjê gelekî bandor lê kir.

Wê pişt re biryar da ku kelimeya şehadetê bîne û bibe Misilman.

Viviana ev 20 sal in bi hevjîn û 3 zarokên xwe re li Parîsa paytexta Fransayê dijî û li dermanxaneyekê dixebite.

Ew beriya ku bibe Misilman, li ser baweriya Şahidên Yehowayê ya Xirîstiyaniyê bûye.

Vivianayê ji bo ku perwerdeya sereke ya Îslamê bibîne careke din berê xwe da Stenbolê.

Niha ew nêzî 11 hezar kîlometreyan ji welatê xwe yê bav û kalan dûr, ji bo armanceke dînî li bajarê Stenbolê ye.

"Herî zêde nimêjkirinê bandor li min kir"

Geştyara kolombiyayî Yuri Viviana Arboleda Urreaya ku nû bûye Misilman qala çîroka xwe dike:

“Ez li Kolombiyayê ji dayîk bûm. Ez îlona sala par hatim Tirkiyeyê. Hevaleke min a kar qala Tirkiyeyê kiribû û gotibû ku welatekî Misilman e.

Min jî çavdêriya liv û tevgera wê, bi taybetî jî nimêjkirina wê dikir. Vê helwesta wê gelekî bandor li min kir. Ji loma jî min biryar da ku ez Îslamê ji nêz ve nas bikim.

Ez li Stenbolê çûm mizgeftan û ez hatim Mizgefta Silêmaniyê. Li vir ez rastî dildarên weqfa teblîxê hatim.

Min li vir jineke Perûyî nas kir û em bûn hevalên hev. Wê, nimêjkirin fêrî min kir. Ev yek ji bo min bû tecrubeyeke pir taybet.

Ez dê di jiyana xwe de ti carî ji bîr nekim. Lewra têkiliyeke bi vî awayî ya bi bi Xwedê re bandoreke mezin li derûniya mirovan dike.

Ev ayîn ji bo min tetmînkar û watedar bû. Ji loma jî min biryar da ku ez di rêya Îslamê de berdewam bikim.”

"Kurd mirovên pir esîl û kubar in"

Viviana bi wergêrê xwe yê Spanyayî re careke din berê xwe da Mizgefta Silêmaniyê.

Ew di axaftina xwe de balê dikişîne ser hezkirina xwe ya ji bo herêmê û mirovên wê:

“Bi qasî ku ez li ser medyaya civakî dibînim, li Kolombiyayê ola Îslamê belav dibe lê ez li Fransayê dijîm.

Jiyana min a li Fransayê otomatîk bû. Yanî kar, mal, zarok û berpirsiyariyên din.

Mijara sergirtin û nixumandinê ji bo jinan pêvajoyeke wisa ye ku bi derûniya mirovan ve girêdayî ye û pir şexsî ye lê ez bi sergirtinê xwe pir rihet û di ewlehiyê de dibînim.

Li aliyê din bi rastî jî ez heyrana Tirkiyeyê me. Mirovên wê jî pir dilsoz û civakî ne.

Her wiha dildarên weqfê yên ku Îslamê fêrî min dikin jî gelekî delal in.

Di nav wan de Kurd jî hene. Ew jî mirovên pir esîl û kubar in. Ji ber ku ez li vir im û Îslamê fêr dibim, ez gelekî bextewar im.”

Xwendina Quranê geştyaran hestyar dike

Mizgefta Silêmaniyê beriya 470 salan (1551-1558) ji aliyê Padîşahê Osmaniyan Qanûnî Sultan Silêman ve bi destê Mîmar Sînan hatiye çêkirin.

Ev mizgefta newaze li Stenbolê duyemîn mizgefta herî mezin e. Salane bi sed hezaran geştyarên biyanî diçin dîtina wê mizgeftê.

Li vê mizgeftê ji aliyê Weqfa Navenda Pêwendiyên Navberaçandan ve ji bo geştyarên ku nû bûne Misilman, perwerdeya sereke ya Îslamê tê dayîn.

Rêveberê Weqfa Navenda Pêwendiyên Navberaçandan a Mizgefta Silêmaniyê Yusuf Sutçu qala xebatên weqfê dike:

“Weqfa me beriya 15 salan hatiye avakirin lê di nav 5 salên dawî de xebatên xwe zêde kirine.

Dildarên me niha ola Îslamê bi 15 zimanan bi geştyaran didin nasîn.

Nêzî 200 dildarên me hene ku teblîxa Îslamê dikin. Wergerên me yên Quranê bi 25 zimanan hene.

Em rojane hezar nusxeyên Quranê li geştyaran belav dikin.

Dema ku geştyar dibin Misilman, ew dibin ‘nîv misilman’ û tîmên me hene ku wan dişopînin. Lewra ew ferz û îbadetên Îslamê nizanin.

Em rojî, nimêj, destnimêj û ayînên din fêrî kesên ku nû bûne Misilman dikin. Hinek geştyar ji ber bangê, hinek ji wan ji ber nimêjê lê piraniya wan ji ber xwendina Quranê hestyar dibin û dibin Misilman.”

Tenê di mehekê de 77 kes bûne Misilman

Sala 2025an, Weqfa Silêmaniyê ji bo 55 hezar geştyarên biyanî ola Îslamê daye nasîn. Di nav saleke dawî de ji wan 700 kes bûne Misilman.

Tenê meha Sibata 2026an, 77 kes bûne misilman. Herî zêde jî geştyarên ji Amerîkaya Latîn, bi taybetî ji Brezîlyayê û Meksîkayê dibin Misilman.

Vivianaya Kolombiyayî jî yek ji wan e. Ew dixwaze bi zimanê xwe yê Spanî ji welatiyên xwe re qala xweşî û atmosfêra manewî ya Îslamê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst