Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo ku 21ê Adarê, roja Newrozê, wekî betlaneya fermî were ragihandin, pêşniyazeke yasayê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşniyaza yasayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Di pêşniyazê de behsa dîroka Newrozê hat kirin û hat gotin ku di serî de Kurd, gelek gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn Newrozê wekî cejn pîroz dikin.
Bîranîna qedexe û qurbaniyan
Di pêşniyazê de hat bibîranîn ku di demên borî de Newroz hatiye qedexekirin û gelek kesên ku beşdarî pîrozbahiyan bûne, canê xwe ji dest daye.
Ji bo aştiya civakî
Her wiha hat diyarkirin ku Newroz ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di Lîsteya Mîrata Çandî ya Mirovahiyê de cih digire.
Hat ragihandin ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî 2010an Newroz wekî “Cejna Newrozê ya Cîhanê” ragihandiye.
Di pêşniyazê de hat destnîşankirin ku ragihandina Newrozê wekî betlaneya fermî dê ji bo aştiya civakî jî bibe alîkar.
Sala borî jî Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Serkan Bayram pêşniyazeke yasayê pêşkêş kiribû û xwestibû 21ê Adarê wekî Cejna Newrozê were ragihandin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di daxuyaniya xwe ya 21ê Adarê de gotibû:
“Eger em nêrîna raya giştî wergirin, hûn amade ne 21ê Adarê wekî cejna biharê û biratiyê were ragihandin?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse