Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bertek nîşanî kuştina kesayet û berpirsên Îranê ya ji aliyê Îsraîlê ve da û got, “Suîqestên siyasî yên Îsraîlê yên li dijî berpirsên dewleta Îranê li derveyî hiqûqa şer in û çalakiyên neyasayî ne.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh (17ê Adarê) piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anandê re, li Enqereyê civîneke hevbeş a rojnamegeriyê li dar xist.
Hakan Fîdan bal kişand ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û ragihand ku ev şer li herêmê dibe sedema metirsiyên mezin.
"Rewşa li Îraqê her ku diçe aloztir dibe"
Hakan Fîdan diyar kir ku qada şer her ku diçe berfirehtir dibe û anî got:
“Em di van çend rojên dawî de dibînin ku şer ber bi Libnan û Îraqê ve belav dibe.
Rewşa li Îraqê jî her ku diçe aloztir dibe. Hewldanên me didomin da ku em vê belaya şer ji ser cîhana Îslamê rakin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û tekez kir ku divê ev çalakiyên neyasayî demildest bi dawî bibin.
Dê peyamên Erdogan bigihîne herêmê
Fîdan her wiha eşkere kir ku ew dê ji bo kêmkirina aloziyê û rawestandina şer, welatên herêmê ziyaret bike.
Hakan Fîdan ragihand ku ew dê di van ziyaretan de pêşniyarên Tirkiyeyê yên ji bo aştiyê pêşkêş bike û peyamên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bigihîne aliyên pêwendîdar.
"Armanca me ewlehiya herêmê ye"
Fîdan di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku armanca wan a bingehîn ewlehiya herêmê ye û got:
“Cografyayeke ku her kes tê de di nav sînorên xwe de bi ewlehî û serwerî bijî û dewleta Filistîniyan jî hebe, mimkin e. Tirkiye dê bi biryardarî ji bo vê vîzyonê bixebite.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse