Nêçîrvan Barzanî û Eymen Sefedî: Divê em rê li ber berfirehbûna aloziyan bigirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Eymen Sefedî Urdin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re civiya.

Di civînê de pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên li gel Urdinê û bipêşketina zêdetir a hevkariya wan hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Urdinê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din a hevdîtinê pêşhatên dawî yên rewşa herêmê û encamên şer û aloziyan bû.

Her du alî li ser pêwîstiya xebata bi hev re û hevkariya ji bo parastina aştî û aramiyê hevnêrîn bûn.

Her wiha li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, teqezî li ser rêlibergirtina berfirehbûna aloziyên li herêmê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst