Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina vekirinê ya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de axivî.
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku ji bilî guherîna hêzê ya li cîhanê "krîzeke kûr a îstîqametê" heye û rola Tirkiyeyê ya hêsankar a di pêvajoyên aştiyê de ducare nîşan da.
"Cîhan krîzeke îstîqametê dijî"
Erdogan diyar kir ku şirovekirina hejînên di pergala navneteweyî de tenê bi guherîna hevsengiyên hêzê dê mirov ji eslê meseleyê dûr bixe û wiha got:
"Îro cîhan li gel krîza hêzê, krîzeke îstîqametê jî dijî. Krîza ku di pergala gerdûnî de tê jiyîn beriya her tiştî krîzeke exlaqî û hebûnê ye. Ji bo dîtina asta krîzê, nêrîna li Xezeyê ya piştî 7ê Çiriya Pêşîn bes e."
Recep Tayyîp Erdogan teqez kir ku mekanîzmayên berpirsên parastina mafên mirovan û ewlehiya gerdûnî li hemberî êrişên herî giran bêbandor mane û diyar kir ku xwendina rewşa Xezeyê tenê wekî trajediyeke mirovî dê kêm be.
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha di berdewamiyê jî de got, "Komkujiya li Xezeyê bi awayekî eşkere nîşan da ku pergala heyî rê dide çi. Eger pergalek nikaribe pitikên bêguneh ên di kûvezê de ji guleyan biparêze, eger sazî û rêzik nebin asteng li ber zilma zaliman, ma ev rizîbûneke binyadî nîne?"
Agirbest û hişyariya Îsraîlê
Erdogan diyar kir ku ew ji agirbesta 15 rojî kêfxweş in û got divê ev fersend ji bo aştiyeke mayînde were bikaranîn û wiha domand:
"Çi qas kûr be jî, divê di çareserkirina nakokiyan de ducare rê neyê dayîn ku çek bikevin şûna gotinan û têkoşîna bixwîn bikeve şûna dan û standinan.
Girîng e ku alî bi têgihiştineke lihevkirinê tevbigerin. Divê li hemberî Îsraîlê ya ku pêvajoya dan û standinan xera dike, amade û hişyar bin."
Tirkiye ji bo lûtkeya rêberan amade ye
Erdogan li ser şerê Rûsya û Ukraynayê jî nirxandin kirin û teqez kir ku Tirkiye biryardar e rola xwe ya navbeynkariyê bidomîne:
"Eger alî bixwazin, Tirkiye amade ye ji bo berdewamiya dan û standinên rasterast, lûtkeya lîderan jî di nav de, gava hêsankar piştgirî bike."
Sûriye, YE û Rojhilatê Deryaya Spî
Erdogan derbarê cîranê xwe Sûriyeyê de jî peyam da û got, "Xurtkirina aramî, îstîqrar û asayîbûna li Sûriyeyê ji bo paşeroja herêma me girîngiyeke jiyanî ye."
Serokkomarê Tirkiyeyê ducare kir ku wan dev ji armanca endamtiya tam a Yekîtiya Ewropayê (YE) bernedaye û diyar kir ku ew li bendê ne yekîtî xwedî li vîzyona xwe ya damezrîner derkeve. Ç
Erdogan li ser Deryaya Ege û Rojhilatê Deryaya Spî jî teqez kir ku ew helwestên yekalî red dikin û got, "Em helwestên maksimalîst ên yekalî yên ku hewl didin Tirkiye û Qibrisa Bakur li derve bihêlin red dikin.”
Tengava Humizê
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser mijara Tengava Humizê jî axivî û wiha domand:
"Aliyekî Humizê Îran be, aliyê din jî Uman e. Divê mafê welatên Kendavê yê gihîştina deryayên vekirî neyê sînordarkirin.
Ya bingehîn ew e ku li ser bingeha rêzikên diyarkirî azadiya hatûçûnê were dabînkirin û Humiz li ber keştiyên bazirganiyê vekirî bimîne."
“Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê platformeke aqil e”
Erdogan diyar kir ku Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya ku bi temaya "Avakirina sibe, birêvebirina nezelaliyan" tê lidarxistin êdî bûye markayeke gerdûnî û wiha got:
"Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê; bûye kursiya hevpar a aqilê gerdûnî, wîjdanê global û bi taybetî jî ya hêviya derbarê paşerojê de."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse