Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Pakistanê, Mîrê Qeterê û Serokkomarê Azerbeycanê re civiya.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê kir.
Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve bi germî hat pêşwazîkirin û piştî wê jî çend hevdîtin pêk anîn.
Yek ji hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bû.
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Tirkiyeyê (Anadolu) vîdeoya hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan belav kir ku tê de bi germî silavê didin hev, destê hev digirin û pişt re bi hev re diaxivin.
Her di forumê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf re hevdîtinek pêk anî.
Ev hevdîtin di demekê de ye ku Serokwezîrê Pakistanê di hewlên ji bo bidawîkirina şerê navbera Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de roleke bibandor dilîze.
Her wiha di forumê de Nêçîrvan Barzanî bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hevdîtin kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyêv re jî civiya.
Ji xeynî van hevdîtinan, Serokê Herêma Kurdistanê di roja ewil a forumê de komek civîn pêk anîn.
Di nav wan de civîna bi Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê ji bo Karên Rojhilata Navîn Hamish Falconer, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo Karên Kendavê Luigi Di Maio re hebûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse