Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê yên DEM Partiyê dibêjin ku divê Rêberê PKKyê Ocalan bi awayekî serbest karibe bixebite.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê civîna xwe ya dawî ango civîna 21ê li dar xist.
Di encama civînê de rapora hevpar bi dengdanê hat qebûlkirin.
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê yên DEM Partiyê piştî civînê daxuyanî da.
"Divê demildest bibe yasa"
Seroka Wekîl a Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku tevî kêmasiyan jî Komîsyona Parlamentoyê erka xwe bi cih aniye û got:
“Xalên 6 û 7an gelekî girîng in. Divê Parlamento ji niha û pê ve pêşniyaryasayên ku di rapora hevpar de cih girtine bi awayekî lezgîn bike yasa.”
"Ocalan aktorê sereke ye"
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser pirsa derbarê peyama Abdullah Ocalan wiha axivî:
“Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Birêz Ocalan aktorê herî sereke yê pêvajoyê û aştiya herêmî ye.
Em ji nêrîn û pêşniyarên Birêz Ocalan cuda nafikirin.
Pirsgirêkeke dîrokî ye. Aliyên wê yên siyasî, aborî, çandî û hiqûqî hene.
Ji bo çareseriya van gav hatine avêtin. Ji bo wê jî divê em zimanê xwe jî rast bikin.
Bi gotina ‘terorê’ em nikarin bi pêş ve biçin.”
"Divê Ocalan serbest bixebite"
Endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaşê jî destnîşan kir ku qebûlkirina rapora hevpar dîrokî ye û got:
“Bi 47 dengan qebûlkirina raporê gelekî girîng e. Ev jî nîşan dide ku bi milyonan kes piştgiriya pêvajoyê dikin.
Daxwaza avakirina mekanîzmayekê ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelekî girîng bû.
Her wiha pênaseya azadiya raman û fikir di çarçoveya ‘terorê’ de nayê binavkirin.
Ev ji bo hiqûqa Tirkiyeyê gelekî girîng e.”
Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser rewşa Ocalan û anî ziman:
“Yek ji xalên girîng jî 'mafê hêviyê' û pênaseya berdana bi şert e.
Divê aktorê serekê yê pêvajoyê Birêz Ocalan bi awayekî serbest karibe bixebite.
Ji niha û pê ve divê êdî xebatên qanûnî demildest bên kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse