Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Tirkiyeyê, îdiayên derbarê "veguhestina kel û pelên leşkerî" red kirin.
Hinek îdiayên ku digotin "bi biryara Serokkomariyê rê hatiye dayîn kel û pelên leşkerî yên welatên biyanî di ser Tirkiyeyê re derbas bibin" hatibûn belavkirin.
Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku ev nûçe rastiyan nîşan nadin.
"Dezînformasyoneke eşkere ye"
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezînformasyonê ya Serokkomariya Tirkiyeyê daxuyaniyek da.
Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hinek hesabên medyaya civakî îdia kiribû ku "Tirkiye dê piştgiriya lojîstîk bide Îsraîlê yan jî rê bide derbasbûna çekên welatên biyanî."
Navendê ev îdia wekî "dezînformasyoneke eşkere" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Biryarnameya Serokkomariyê 17ê Adara 2026an di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Hat diyarkirin ku wê biryarnameyê, veguhestina amûrên şer, çek, cebilxane û teqemeniyên leşkerî di ser Tirkiyeyê re serbest nekiriye.
Berevajî vê yekê, ev pêvajo bi biryara nû hatiye birêkûpêkkirin û ketiye bin kontrola Wezareta Bazirganiyê.
Divê wezaret destûrê bide
Li gorî biryarê, êdî ji bo her derbasbûneke bi vî rengî, divê "nivîsa guncawbûnê" ji wezaretê were girtin û saziyên pêwendîdar jî nêrîna xwe bidin.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezînformasyonê eşkere kir ku ev guhertin ji bo rakirina nezelaliyên di pêvajoya hinartin û bazirganiya transît de hatiye kirin.
Armanc ew e ku wesayît li qadên gumrikê demeke dirêj ranewestin.
Her wiha hat tekezkirin ku ev biryar "rûtîn e" û ti pêwendiya wê bi rûdanên dawî yên li herêmê re nîne.
Hûrgiliyên biryarê
Biryara Serokkomariyê ya hejmar 11068, 17ê Adara 2026an di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hatibû weşandin.
Li gorî biryarê, ji niha û pê ve amûrên şer ên wekî çek, cebilxane, parçeyên yedek ên leşkerî, teqemeniyên leşkerî û teknolojiyên girêdayî wan, dikarin di ser sînor û herêma gumrikê ya Tirkiyeyê re bi awayekî "transît" derbas bibin.
Lê ji bo derbasbûna van kel û pelên leşkerî yan jî ji nû ve hinartina wan, divê serlêdan li Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê bê kirin.
Wezaret piştî ku nêrîna saziyên pêwendîdar werdigire, dê destûra derbasbûnê bide yan na.
Piştî belavbûna biryarê gelek aliyan xwestibû ku hikûmet derbarê mijarê daxuyaniyekê bide.
Hinek aliyan dipirsî ka gelo ev biryar ji bo piştgirîkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê hatiye wergirtin an na.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse