Çandar bangî Erdogan kir: Ji bo pêvajoyê bi Demîrtaş re bicive!

18-07-2025
RÛDAW
Nîşan Cengîz Çandar Selahattîn Demîrtaş Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û got, "Ji bo ku piştgiriya gel xurt bibe, divê hûn bi Demîrtaş re bicivin."

Cengîz Çandar li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê bike.

Parlamenterê DEM Partiyê got, "Ji bo ku piştgiriya gel a ji bo pêvajoyê xurttir bibe, divê hûn teqez bi Selahattîn Demîrtaş re jî bicivin!"

Siyasetmedar Cengîz Çandar di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Amedê ya di siyaseta Tirkiyeyê de û gotinên dîrokî yên ku li wî bajarî hatine kirin bi bîr anîn.

Çandar bal kişand ser biryara DMMEyê

Çandar da zanîn ku wî li Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli ziyaret kiriye û bal kişand ser biryara dawî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Demîrtaş.

Parlamenterê DEM Partiyê amaje bi biryara DMMEyê kir û got:

"Ji bo Selahattîn Demîrtaş hefteya borî DMMEyê biryareke din da. Bi vê biryarê, astengiya dawî ya ku rê li ber azadiya Selahattîn Demîrtaş digirt jî ji aliyê hiqûqî ve ji holê rabû.

Ji bo azadiya Demîrtaş pêdivî bi komîsyonê jî nîne. Bes e ku li gorî biryara DMMEyê û xala 90î ya destûrê tevbigerin!"

Çandar diyar kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê gel, bi taybetî gelê Amedê, bi pêvajoyê bawer be û got, "Heke Selahattîn Demîrtaş di nav çar dîwaran de bê girtin, hûn nikarin Amedê kêfxweş bikin. Hûn nikarin Tirkiyeyê îqna bikin ku li ser rêya aştiyê dimeşe."

"Rêya YEyê di Amedê re derbas dibe"

Çandar axaftinên berê yên li Amedê hatine kirin bi bîr anî û wiha got:

"Sala 1999an Mesut Yilmaz li Amedê got, 'Rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe!' Ev gotin çaryek sedsal e nehatiye jibîrkirin.

Sala 2005an, Serokwezîr Tayyîp Erdogan li Amedê axaftineke dîrokî kir û got, 'Divê dewletên mezin xeletiyên xwe yên berê înkar nekin.' 20 sal şûnde Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî got, 'Amed bajarê me yê hevpar e'."

Parlamenter Çandar da zanîn ku rojek beriya axaftina dawî ya Erdogan, ew li Hewlêr û Silêmaniyê şahidê merasîma îmhakirina çekan a komeke PKKyê bûye û got, "Min lêkolîn kir, 4 ji wan gerîlayan Amedî bûn."

Çandar ji kursiyê Parlamentoyê bang li Erdogan kir

Parlamenterê DEM Partiyê gotinên dawî yên Erdogan bi bîr anîn û wiha domand:

"We got, 'Em dê rûnin û biaxivin. Em dê hemû pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin.

Bira Kurd, pirsgirêka te heye? Bêyî ku çek û tundî di navberê de hebe em dê rûnin û biaxivin.

Em dê hev hembêz bikin, biaxivin, ber bi hev ve gavan bavêjin.'

Bi vê wesîleyê ez pêşniyara Selçuk Mizrakli ya ku dê piştgiriya herî mezin bide pêvajoyê, ragihînim û bangî Serokkomar Erdogan dikim, Birêz Tayyîp Erdogan! Ji bo ku piştgiriya gel a ji bo pêvajoyê xurtir bibe, divê hûn teqez bi Selahattîn Demîrtaş re jî bicivin!

Belê, Birêz Serokkomar! Milên xwe vekin, ber bi Selahattîn Demîrtaş ve gavan bavêjin, hev hembêz bikin û biaxivin!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst