Temelli: Pêdiviya welat bi aştiya civakî heye

18-10-2018
RÛDAW
Temelli da zanîn ku pêdivî bi aştiyeke civakî ya bilez heye, ne derxistina yasaya lêborîna giştî
Temelli da zanîn ku pêdivî bi aştiyeke civakî ya bilez heye, ne derxistina yasaya lêborîna giştî
Nîşan HDP Sezai Temelli Bakurê Kurdistanê Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî dibêje ku ji bo demokratîkbûn û aştiya civakî, pêdiviya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi rejîmeke demokratîk heye.


Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî ligel hejmarek parlamenterên HDPê li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê serdana serokatiya rêxistina partiya xwe yaw î bajarî kirin.


Temelli da zanîn ku pêdiviya welat bi aştiyeke civakî ya bilez heye, ne derxistina yasaya lêborîna giştî.


Temellî wiha axifî: “Pêdiviya vî welatê bi yasaya lêborînê nîne. Pêdiviya wî welatî bi aştiyeke civakî ya bilze heye. Belê, ji bo demokratîzebûna vî welatî bi awayekî bilez pêwîstî bi aştiya civakî û bi rejîmeke demokratîk heye. Em ê pêngava yekem a vêna hemû bi hev re di hilbijartina xwecihî de biavêjin. Bi pêngava demokratîkbûna xwecihî, warên din jî ku ji aliyê vê desthilatê ve hatine astengkirin, vedikin. Em hemû civakê bo vê yekê vedixwînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst