Li navçeyeke Bedlîsê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

03-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Bedlîs Xîzan Bakurê Kurdistanê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xîzanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bo 10 gund û gundikan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê bi hinceta “parastina can û malê welatiyan” li gundên Bilgili, Akunus, Govan, Lanilan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertacan, Kuran û Urehê ser bi navçeya Xîzanê bo heta ragihandineke nû biryara qedexekirina çûnûhatinê hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hatiye tespîtkirin ku li herêmê endamên rêxistina terorê stargehên xwe çêkirine. Ji bo girtina wan kesan li wê herêmê û parastina can û malê welatiyên, li gor madeya 11 ya Yasaya Îdareya Bajêr roja Yekşemê 2ê Temûza 2023an demjimêr 21:00 heta ragihandineke nû çûnûhatina derve hatiye qedexekirin.”

Li seranserê parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi hinceta PKKê berdewam in. Herî dawî meha Hezîranê li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 14 dever di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan li ber çûnûhatina welatiyan hatibûn qedexekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst