Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan têkildarî operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên dervey sînor axivî.
Hakan Fîdan ragihand ku di operasyonên derveyî sînor de peyama wan eşkereye got, “Em dê li hemberî çalekiyên li Tirkiyeyê berê vê bidin berpirsyarên wê bi xwe.”
Hakan Fîdan li Wezareta Karên Derve, bi nûnerên rojnameyan ên Enqereyê re civiya.
Hakan Fîdan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de û wiha nirxand:
“Li pey şerê Îsraîl û Filistînê, şerê di navbera Îsraîl û Libnanê de û gefên Îranê bûnê rojev. Her du alî jî bi hestiyarî tevdigerin.
Tê gotin ku Libnan amadekariya şer dike lê ev dê ji bo aboriya wan bibe cihê xeteriyê.
Li dijî van ji bo me tişta sereke ew e ku şer li herêmê belav nebe.
Amarîka di nav de hemû alî jî dizanin ku Îsraîl bi hestên tolhildanê tevdigere. Ev nêzîkatî dê li herêmê bibe sedema qeyranên mezintir.
Pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê, ji salên 1973yan ve ‘qeyrana herî mezin’ e. Îsraîl dibêje ez naxwazim careke din vê rewşê bijîm.
Ger wisa bixwaze yan dê hemû dijiminên xwe ji holê rake yan jî dê aşitiyê bi dijminên xwe re bike.”
“Îsraîl ji bo kesên biyanî ji Xezeyê derbixin amade ye”
Fîdan di berdewamiya axaftina xwe diyar kir ku Îsraîl amade ye ku kesên biyanî yên li Xezeyê asê mane derbixe lê ji bo wan mirina Filistîniyan ne pirsgirêk e. Ji ber ku mirina welatiyên biyanî dê bibe sedema bertekan.
Fîdan anî ziman ku Îsraîl ji bo bi rehetî qetlîamê bike biyaniyan derdixe û got:
Xelkê Misirê jî dibêjin; em ji bo ji vê yekê re xizmetê bikin deriyan venakin. Divê destpêkê destûra alîkariyên mirovî were dayîn. Me ji bo pêdiviyên jiyanî yên xelkê Filistînê alîkarî şandiye. Dema alîkariyên me ketin Filistînê emê ji bo derketina biyaniyan biaxivin.”
“Dema mijar dibe Îsraîl welatên Rojava bêdeng in”
Fîdan diyarkir ku ji bo Tirkiyeyê tişta sereke agirbest e û wiha berdewam kir:
“Ev pirsgirêk ne tenê ya her du aliyan e. Ev pirsgirêkeke jeostratejîk ya serzemînê ye.
Li hemberî aşitiyê gur kirina pirsgirêkan ne nêzîkatiyeke aqilane ye.
Lewra tenê em bêjin em çareseriyê dixwazin têrî nake. Pêwîste em çareseriyê ji her du aliyan re nehêlin.
Ev ol, şaristanî û hemû çandan eleqeder dike. Pirsgiêka Qudsê li holê ye. Ev ji bo Xiristiyan, Misilman û Cihûyab jî cihekî bi nirxe.
Welatên Rojava tim li hemberî van bûyeran bertekên xwe bilêv dikin lê dema mijar Îsraîl û kiryarên wan be ti tiştekê nakin.”
“Blinken dixwest were Tirkiyeyê”
Hakan Fîdan diyar kir ku ew bi rêberên Hemasê re di nava hevdîtinan de ne û got:
Me talîmat da balyozê xwe. Derbarê hevîtinan de her tim me agahdar dike. Em jî car caran bi heval û muxatabên xwe re hevdîtinan dikin.
Niha tiştekî safî nîne lê daxwazên welatên wekî Amarîka, Almanyayê ji me hene. Kesên ku ji bo berdana welatiyên xwe alîkariya me xwestin hebûn.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Antonya Blinken dixwest were Tirkiyeyê lê dîroka dixwest ji bo me ne guncaw bû.
Ji bo wê dîrokê min serdana xwe ya Misirê plan dikir. Em bi telefonê diaxin û ji bo demê pêş emê hevdîtinê bikin.”
“Armanca me ya li Sûryeyê eşekere ye”
Hakan Fîdan di axaftina xwe têkildarê êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê têne kirin jî axivî û got:
“Têkoşîna li hemberî PKKyê mijara sereke ya Tirkiyeyê ye. Di operasyonan de peyama me eşkere ye.
Ango eger rêxistin li Tirkiyeyê çalekiyek bike, ji niha û şûn ve dê bersivê li şikeftên Îraqê wernegire. Em her çalakiyê li navnîşanê vedigerînin.
Ev dê tiştên rêxistina wir li ser lingan digire û ji bo wan dibe cihê debarê tune bikin û em ji vê yekê paş ve naçin.
Dema Amarîka ji wir vekişe em dê nehêlin ku rêxistin li wir bihewe. Ji ber ku xwecihên herêmê Ereb û Suryeyî jî ji wan acizin. Bi hinceta DAIŞê wan li wir digirin.
Pirsgirêka me bi Amarîkayê re nîne lê emê ji ruxandina terorê jî piştve neçin. Fermana ku Serokkomarê me dide me jî ev e.
Rêxistina heyî ji bo bekaya Tirkiyeyê gefeke mezin e û divê wekî endamê NATOyê Amarîka jî piştgirî bide me. Ti gef û tiştekî nikare me ji armanca me dûr bixe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse