Ekrem Îmamoglu hat desteserkirin

19-03-2025
Nîşan Ekrem Îmamoglu Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat desteserkirin.

Li gorî agahiyan, polîs Îmamoglu ber bi Dadgeha Vatanê ya Stenbolê ve dibin.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di vê çarçoveyê de hat desteserkirin.

Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun û rojnameger Îsmaîl Saymaz jî hatin desteserkirin.

Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.

Îmamoglu: Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim

Îmamoglu beriya ku were desteserkirin vîdeoyek belav kir û got:

"Komek aqil ku dixwazin îradeya gelê me dagir bikin, polîsên min ên delal ji bo xerabiyê bi kar tînin û bi sedan polîs anîne.

Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim.

Ez ji we hez dikim û xwe emanetî gelê xwe dikim. Bila her kes zanibe, ez dê li ser pêyên xwe rawestim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst