Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê got, “Dema me ya ku em winda bikin tune. Ez bawerim hemû aktor dê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û Parlamento jî dê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bi rê ve bibe.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê doh li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir.
Ev şande ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur pêk dihat.
Şandeyê îro li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Kurmanciya daxuyaniya ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve hatiye belavkirin ev e:
“Ji bo çapemenî û raya giştî;
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye: ‘Civakên ku xwedî herseke mezin in beyî fikir û nirxên etîk nayên veguherandin. Civak li hemû qadên jiyanê ji etîkê bigirê heta siyaset, hiqûq û aboriyê xitimîneke dijî. Lewma em di pêvajoyê de israr dikin û acele dikin.
Ez wisa difikirim ku konjonktura Rojhilata Navîn ji her tiştî re vekiriye. Dewletên wekî Îsraîl û Îranê tûj dibin û wisa xuya dike ku dê hîn tujtir jî bibin. Li Rojhilata Navîn xurtkirina netewperestiyê, li hev cihekirin û mezinkirina netewperestiya teng zererê dide.
Em pêvajoyeke ku çavderiya geşedanên bi risk dike, pêşî digirê û hesabên xwînî asteng dike bi rê ve dibin. Helbet a girîng ew e ku hemû tiştên tên kirin bi qanûnan bê mîsogerkirin. Li bendemayin û tevgerîna bi bendewariyê tenê xetereyan derdixe.
Dema me ya ku em winda bikin tune ye. Ez bawerim hemû aktor dê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û Parlamento jî dê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bi rê ve bibe.
Çerçove qanûnek dikarê bingeha pêvajoyê ava bike. Sererastkirina qanûnan dê bibe pêvajoyeke avakirina înşayeke pozîtîv a rasteqîn û demokrasiye. Demokratîkbûyin pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.
Gelo ketina bi zorê ya navenda giştî ya partiyeke siyasî, bi şikandina deriyê wê ya bi balyoz, li gorî rêbazên demokrasiyê ne? Pêkanînên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) û geşedanên ku diqewimin, bi nebûna demokrasiyeke rast û siyaseteke demokratîk re têkildar in.
Sedema ku rewş anî vê astê bêparbûna ji prensîba demokrasiyê ya di bingeha komarê de ye. Encamên nêzîkbûna li demokrasiyê mîna ku luksek, demagojiyek an jî gotegotek be û piçûkdîtina demokrasiyê şaşiyeke giran û wehîm e. Ti rewşa ku bi qasî pêşxistina pênaseya demokratîk a komarê lezgîn be, nîne.
Em di vî welatî de hewl didin ku zemîna vê pêş bixin û îmkanên wê mezin bikin. Dema ku em li Îmraliyê ber bi çareseriyê ve ber bi gavên qanûnî ve diçin, amadekirina komarê ji bo derketineke demokratîk û hiqûqeke demokratîk pir girîng dibînin.
Em vê wekî gaveke ji bo jiholêrakirina kêmasiya demokrasiyê ya di nav partiyê de û di navbera partiyan de jî dibînin. Divê beramberiya hemû hewldanan; gihandina komarê ya bi naverok û çandeke demokratîk û avakirina pergaleke saxlem a hiqûqî erkeke sereke be. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk.
Ev e wateya entegrasyona Kurdan a di komara demokratîk de. Em hewl didin rewşeke ku bi salan e ji ber meseleya Kurdî asê maye, derbas bikin. Hêmana şîdetê ya ku ji meseleya Kurdî çavkanî digire, bi sîstematîka çareseriyê tê derbaskirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re pêvajoya ji nû ve birêkûpêkkirin, nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Tirk û Kurdan jî bibêjin.
Peyamên ronakbîr û akademisyenên navneteweyî yên ku piştgirî daye pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk kirin pirtûk. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku ez amade me her cure pêşniyar, rexne û tevkariyan bi awayê herî hûrgilî binirxînim. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye, ji bo piştgiriya wan a pir girîng ez silav li wan hemûyan dikim.’”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse