Tuncer Bakirhan: Em dixwazin Ekrem Îmamoglu demildest were berdan

19-03-2025
Nîşan Tuncer Bakirhan Ekrem Îmamoglu Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Em dixwazin Ekrem Îmamoglu û hemû kesên ku hatine desteserkirin demildest werin berdan.”

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.

“Em vê bêhiqûqiyê red dikin”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî van desteserkirinan da û got:

“Em vê bêhiqûqiya ku li dijî îradeya gel hatiye kirin red dikin û bi tundî şermezar dikin.”

"Em dixwazin Ekrem Îmamoglu demildest were berdan"

Tuncer Bakirhan xwest ku Îmamoglu û kesên din bên berdan û wiha got:

“Em wekî DEM Partiyê li dijî hemû cor zextên li ser siyaseta demokratîk radiwestin.

Em radigihînin ku em li gel xelkê Stenbolê û hemû beşên ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê didin in.

Em dixwazin Ekrem Îmamoglu û hemû kesên ku hatine desteserkirin demildest werin berdan.”

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.

Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin û ew bi “PKK/KCKyê” re hat têkildarkirin.

Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.

Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.

Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst