Mêrsîn (Rûdaw) - Di van rojên dawî de, piştî gefên girtina Tengava Hurmizê û şerê Îran, Îsraîl û Amerîkayê, Bendera Mêrsînê wekî alternatîv di rojeva cîhana bazirganiyê de ye.
Hikûmeta Tirkiyeyê gelek girîngiyê bi vê benderê dide û tenê ji bo xerciyên sala 2026an 400 milyon dolar terxan kiriye.
Li gorî projeyeke pesendkirî ya hikûmetê, dê qebareya kar li Bendera Mêrsînê heta dawiya sala 2026an ji sedî 40 were zêdekirin.
Dîroka benderê û rola wê ya nû
Yekem keştiya bazirganiyê sala 1958an gihiştibû Bendera Mêrsînê.
Niha ev bender wekî alternatîveke Tengava Hurmizê ketiye rojeva cîhanê.
Hikûmeta Tirkiyeyê li ser başkirina benderê û amadehiyên wergirtina keştiyên zêdetir didomîne.
Pêngavên nû û kêmkirina mesafeyê
Endamê Yekîtiya Hinardekaran a Mêrsînê Abdullah Ayan li ser projeya nû ji Rûdawê re got:
"Di nava 15 rojên pêşiya me de, bi beşdariya Birêz Erdogan dê yekem karê projeya vê navçeyê dest pê bike.
Pere wekî kredî hatiye dabînkirin û cihên ku kar li ser wan tê kirin hatine destnîşankirin.
Dema ku beşa Hassa-Dortyolê ya projeyê temam bû, mesafeya heta deriyê Îbrahîm Xelîlê ku niha nêzîkî hezar kîlometreyî ye, dê dakeve 800 kîlometreyan.
Avantaja 200 kîlometreyî ji bo veguhastinê ne kêm e."
Plana berfirehkirina benderê
Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ji bo mezinkirina qebareya benderê xwedî projeyeke berfireh e. Li gorî planê:
- Dê hejmara rixtiman bibe 21. Niha 17 e.
- Dirêjiya rixtiman dê 380 metreyan zêde bibe û bigihe 880 metreyan.
- Hejmara konteynerên ku salane tên dê ji 2,6 milyonan bibe 3,6 milyon.
- Qada benderê bi giştî dê 176 hezar metre çarçikan were berfirehkirin.
- Dê bender ji sedî 40 mezin mezin bibe û ji bo 500 kesan derfeta kar çêbibe.
Divê were gotin ku hikûmetê ji bo vê projeyê ji butceya sala 2026an 400 milyon dolar terxan kiriye.
Mêrsîn wekî bendergeheke transît a guncav
Alîkarê Serokê Komeleya Navneteweyî ya Karsaz û Bazirganan Nezîr Akgol destnîşan kir ku li Bendera Mêrsînê xebatên cidî hene û biland:
"Niha bender hem di asta Tirkiyeyê de hem jî di asta cîhanê de xwedî cihekî gelekî giring e.
Ji aliyê xwe yê fermiyet û protokola deryayî ve xwedî hînterlandeke berfireh e.
Bendera Mêrsînê dê ji ber derfetên xwe yên veguhastina bejahî û asmanî bibe yek ji benderên herî guncav ên veguhastin û bazirganiya transît."
Ev amadehî û karên hikûmetê yên li ser Bendera Mêrsînê di demekê de ne ku gefa girtina Tengava Hurmizê heye û vê gefê ev bender wekî alternatîva herî guncav derxistiye pêş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse