Bahçelî di peyama xwe ya cejnê de behsa pêvajoyê kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Tirkiye Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di peyama xwe ya ji bo pîrozkirina cejnê de tekezî li ser serxistina pêvajoya çareseriyê kir.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir.

"Demsala aştiyê ya bêzivistan"

Bahçelî di peyama xwe de qala pêvajoya çareseriyê kir û got:

"Armanca Tirkiyeya bêteror, di sedsala nû de cejna miletê Tirk e û demsala aştiyê ya bêzivistan e."

“Eniya navxwe tê qayîmkirin”

Devlet Bahçelî diyar kir ku hevsengiyên herêmî û cîhanî serûbin dibin.

Bahçelî destnîşan kir ku di rewşeke wiha de divê Tirkiye eniya xwe ya navxweyî bihêz bike û got:

"Di demekê de ku ji ber ewrên reş ên şer û pevçûnan çav çavî nabîne, Tirkiye bi gavên rast, bi siyaset û stratejiyên rast eniya xwe ya navxwe qayîm dike.”

"Wextê wê ye em bibin yek dil"

Serokê MHPyê ragihand ku daxwaza wan ew e Tirkiye bi tedbîr tevbigere û got:

"Niha wextê wê ye ku em di nav aştî û aramiyê de cejna hev pîroz bikin û wekî yek dilî bibin Tirkiye.

Hêviya min ew e ku şer û pevçûn di demeke zû de bi dawî bibin.

Bila ev cejn bibe derfetek ji bo nermkirina pêwendiyên hişk û lihevhatina dilên xeyîdî."

Banga diyalogê ji bo şerên li herêmê

Bahçelî di beşeke din a peyama xwe de, qala şer û aloziyên li herêmê kir.

Wî bi taybetî bal kişand ser rewşa Xezeyê û aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de.

 Serokê MHPyê destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi rêya dîplomasî û diyalogê werin çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst