HDPê xwest Wezareta Mafên Zarokan hebe

19-04-2018
RÛDAW
Nîşan HDP Filîz Kerestecîoglu Wezareta Mafê Zarokan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Cîgirseroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filîz Kerestecîoglu got: "Hewcedarî bi teşkîlata wezareteke ku mafên zarokan û xizmetên ji bo zarokan plan bike û li ser mafên zarokan bisekine, heye. Ji ber vê pêwîstiyê bo avakirina Wezareta Mafên Zarokan me pêşniyaza qanûnî da."


Cîgirseroka Koma HDPê Filîz Kerestecîoglu li parlementoya Tirkiyê civîna çapemeniyê saz kir  û bi herdu aliyên kursiyê wê jî wêneyên zarokan ên ku li serê nivîsa "Emê Wezareta Mafên Zarokan damezrînin" hebû, bi cih kir.


Di axaftina xwe ea Kerestecîogluyê got ku ji sisê parek nifûsê Tirkiyeyê ji zarokan pêk tê lê digel salên borî hê jî siyaseta ji bo mafên zarokan bi cih nebûye.


Kerestecîogluyê peymanên navneteweyî yên derbarê mafên zarokan de ku Tirkiyeyê îmze kiriye bi bîr xistin û wiha pê da çû: "Hewcedarî bi teşkîlata wezareteke ku mafên zarokan û xizmetên ji bo zarokan plan bike û li ser mafên zarokan bisekine, heye. Ji ber vê pêwîstiyê jî bo avakirina Wezareta Mafên Zarokan me pêşniyazeke qanûnî da."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst