6 endamên ciwan ên HDPê hatin girtin

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Îzmîr Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyê, roja 2ê Hezîranê 6 endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Îzmirê, roja 31ê Gulana 2023ê endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ugur Yildiz, Mustafa Yalçin, Emre Yalçin, Harun Yakaç, Abdurrahim Kaymaz û Ozkan Çakal ji aliyê hêzên emnî ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.

6 endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Çankayayê, roja 2ê Hezîranê bo Dadgeha Îzmirê hatin şandin. 6 ciwan bi biryara dadgehê hatin girtin û bo Girtîgeha Tîpa F a Buca Kiriklar hatin şandin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst