Hakan Fîdan: Ez geşbîn im ku agirbesta Amerîka û Îranê were dirêjkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Îran Amerîka Agirbest Îsraîl Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ew geşbîn e ku agirbesta navbera Amerîka û Îranê were dirêjkirin û alî bigihîjin rêyeke çareseriyê.

Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) piştî sê rojan ji gotûbêj û trafîka dîplomatîk, bi daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi dawî bû.

Fîdan diyar kir ku Antalya di van sê rojan de bû navenda dîplomasiya cîhanê û forumê bi asta beşdariya xwe hemû mînakên berê li pey xwe hiştin.

Li gorî amarên ku Hakan Fîdan parve kirin, îsal zêdetirî 6 hezar û 400 kes beşdarî forumê bûn.

Di nav mêvanan de 23 serokdewlet û serokwezîr, 13 alîkarên serokdewletan û serokên parlamentoyan, 50 wezîr (ku piranî wezîrên karên derve ne) û nûnerên 150 welatî û 66 saziyên navneteweyî hebûn.

Agirbesta Amerîka û Îranê

Hakan Fîdan piştî axaftinên xwe yên derbarê forumê de li ser bipêşketinên dawî yên li herêmê axivî û pirsên rojnamegeran bersivandin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser agirbesta 14 rojî ya navbera Washington û Tehranê ya ku bi navbeynkariya Pakistanê çêbûye û got:

“Em dibînin ku her du alî jî ji dil dixwazin dan û standinan bikin.

14 roj ji bo agirbestê demeke girîng e lê di nava vê demê de çareserkirina hemû pirsgirêkên aloz ne pêkan e.

Hêviya me ew e ku dema agirbestê were dirêjkirin û ez bi xwe di vî warî de geşbîn im.

Berî ku ez werim vê derê, min bi aliyê Pakistanê re hevdîtineke girîng kir da ku em bizanibin divê gavên me yên li pêş çi bin.”

"Îsraîl polîtîkaya Xezeyê li Libnanê pêk tîne"

Fîdan derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê hişyarî dan û got:

“Mixabin Libnan careke din bûye qurbana pencên bêrehm ên şer.

Îsraîl polîtîkayên dagirkeriyê yên ku li Xezeyê sepandine, niha li Libnanê jî pêk tîne.

Ev yek dê bandoreke pir xerab li ser aramiya herêmê bike.

Em dê ji bo rêgirtina li vê yekê çi ji destê me were bikin.”

Hakan Fîdan derbarê hevpeymaniya navbera Îsraîl, Yunanistan û Qibrisa Başûr de jî axivî û diyar kir ku ev yek welatên Misilman dilgiran dike û got:

“Dema ku ev hevpeyman hatin avakirin ti kesî garantiya ewlehiyê neda me.

Em naxwazin ruhê hevkariyê têk bidin lê gotinên Netanyahu yên di wê lûtkeyê de li ber çavan in.

Ji bilî Yunanistanê ti welatê Ewropî îmze nexistiye bin peymaneke wisa.

Her çend bi eşkereyî neyê gotin jî, hemû welatên Misilman ên herêmê ji van rûdanan dilgiran in.”

Rêyên alternatîv ên bazirganiyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser girîngiya Tengava Hurmizê û rêyên alternatîv ên bazirganiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Di vê krîzê de Sûriye wekî welatekî ku aramiya xwe parastiye, bû mînakeke baş.

Bi girtina Tengava Hurmizê re, projeyên veguhastinê yên ku ev demeke dirêj e hatibûn bipaşxistin, careke din ketin rojevê.

Veguhastina çavkaniyên enerjiyê yên Kendavê di ser Sûriye û Tirkiyeyê re ber bi bazarên cîhanê ve, derfeteke mezin e.

Niha xeta rêya hesinî ji bo me karê pêşîn e û Tirkiye di vî warî de roleke pêşeng dilîze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst