Îskenderûn di bin avê de ma

19-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îskenderûnê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ve, asta ava Deryaya Spî bilind bû û bû sedema lehiyê. Di encam de tax û kolanên nêzîkî peravê di bin avê de man.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku zirarek mezin gihand navçeyê, vê carê jî bayê başûr (lodos) li Îskenderûnê da û bû sedema lehiyê. Li Îskenderûnê duh 18ê Hezîranê bayê başûr (lodos) rabû û ji ber vê yekê asta ava Deryaya Spî li peravên Îskenderûnê bilind bû.

Ji ber bilindbûna asta ava Deryaya Spî, tax û kolanên nêzîkî peravê di bin avê de man.

Herwiha Kolana Ataturk a bajêr jî di bin avê de ma.

Ji ber avê çûn û hatina otombîlan li hin tax û kolanên bajêr rawestiya û welatî rastî gelek pirsgirêkan bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin