Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê 10 kesên biyanî bi îdiaya ku peywendiyên wan bi PKK/KCK-PYD/YPGê re hene, hatin desteserkirin.
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, îro 19 Tîrmeha 2023an Rêveberiya Şaxa Îstixbarat û Tekoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Enqerê ji bo 14 kesên biyanî yên ku tê îdiakirin têkiliya wan rêxistinên PKK/KCK-PYD/YPGê hene û di salên derbasbûyî de ji wan re kar kirine derbarê 14 kesan de oparsyonek dane destpêkirin.
Di operasyonê de 10 kesên biyanî hatin desteserkirin, ji bo girtina 4 kesan jî xebat berdewam dikin.
Hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî piştî karûbarên yasayî û lêpirsinê, bi armanca dersînorkirinê dê radestî Navenda Koçê ya Enqerê bên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse