Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser heqareta li Leyla Zanayê axivî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Heqaret DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser heqaretên alîgirên Bursasporê yên li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê daxuyanî da.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kir ku lêkolîna li ser dîmenan berdewam dike û saziyên rayedar li ser vê yekê dixebitin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç şeva borî li Parlamentoya Tirkiyeyê bersiva pirsan da.

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pirsa heqaretên li Leyla Zanayê jê kir.

Tunç got ku werziş ji bo biratiyê ye û divê nebe amûrê cihêkariyê û wiha axivî:

“Em hemû dixwazin ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bi ser bikeve.

Em dixwazin ku ti helwest û tevgerên ku dê zererê bidin vê pêvajoyê neyên nîşandan.

Di vê xalê de, bi berpirsyarî tevgera her kesî dê di berjewendiya vî welatî û vî miletî de be.

Dema ku em li hemberî van cure bûyeran berteka xwe nîşan didin, divê em giştî nekin; wê demê rewşeke ku zererê dide pêvajoyê derdikeve holê.

Ji ber wê yekê, divê em neyên van provokasyonan û bi taybetî ji bo aramî û ewlehiya welatê me, bi berpirsyarî tevbigerin.

Wê demê welatê me zererê dibîne.

Derbarê bûyeran lêpirsînên îdarî û edlî yên pêwîst tên kirin.

Bi taybetî derbarê bûyerên ku li wê derê qewimîne deşîfrekirina qeydan û her wiha tiştên din.

Saziyên rayedar li ser vê yekê dixebitin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst