Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Rojhilata Navîn niha dikele û destnîşan kir ku Îsraîlê bi hezaran mirov qetil kirine.
Erdogan li ser van êrişên Îsraîlê got, "Ti gumanên min nînin ku ew dê berdêla vê yekê jî bidin."
Li Rîzeyê nimêja cejnê kir
Erdogan, nimêja cejnê li bajarê Rîzeyê kir ku cihê çêbûna wî ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê piştî nimêja cejnê ji rojnamegeran re axivî.
Erdogan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser mijarên herêmî û wiha axivî:
"Me meha Remezanê ya pîroz li pey xwe hişt. Em îro gihîştin Cejna Remezanê.
Xwedê bike ku Cejna Remezanê ji bo hemû cîhana Îslamê bibe wesîleya rizgariyê û vejînê.
Her wiha bila li welatê me jî bibe wesîleya yekîtî, bihevrejiyan û biratiyê."
“Îsraîla Siyonîst bi hezaran mirov qetil kirin”
Erdogan bal kişand ser êrişên Îsraîlê û wiha pê de çû:
"Çimkî Rojhilata Navîn niha dikele û wekî ku tê zanîn vê Îsraîla Siyonîst bi sedan, bi hezaran mirov qetil kirin.
Bi îzna Xwedê ti gumanên min nînin ku ew dê berdêla vê yekê jî bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse