Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser ziyaretên xwe yên bi CHP û YRPyê re got, "Di her du ziyaretan de jî paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, hevdîtina dawî ya di navbera Birêz Abdullah Ocalan û heyeta partiya me de û biryarên kongreyê yên hatin nirxandin."
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re civiyan.
Di hevdîtina li Navenda Giştî ya CHPyê de, Cîgirên Serokê Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temelî jî beşdar bûn.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin saetek û 20 deqîqeyî ajot.
Heyeta DEM Partiyê, piştre çû ziyareta Partiya Yenîden Refah (YRP).
Endamên DEM Partiyê ji aliyê Serokê YRPyê Fatîh Erbakan, Cîgirên Serokê Giştî Sacît Gunbey, Dogan Aydal, Serokê Karûbarên Siyasî Suat Kiliç û Serokê Karên Derve Dogan Bekîn ve hatin pêşwazîkirin.
Endamên DEM Partiyê û YRPyê piştre derbasî salona ku dê hevdîtin lê were kirin bûn.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û piştî saetekê bi dawî bû.
Daxuyaniya DEM Partiyê
DEM Partiyê li ser her du hevdîtinan daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
"Hevdîtinên ku danûstandinên ramanî li ser pirsgirêkên rojane hatin kirin gelekî berhemdar bûn.
Di her du serdanan de jî paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, hevdîtina dawî ya di navbera Birêz Abdullah Ocalan û heyeta partiya me de û biryarên kongreyê yên PKKyê ku di 12ê Gulanê de hatine îlankirin hatin nirxandin.
Her wiha, xurtkirina diyaloga di navbera partiyên siyasî û gavên ku dê di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo aştî û çareseriyê werin avêtin hatin gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê de hat parvekirin ku avakirin komîsyoneke bi desthilata tam a li Parlamentoya Tirkiyeyê û misogerkirina rêbazeke ku dê beşdariya çalak a partiyên siyasî di vê pêvajoyê de pêk bîne girîng e.
Şêwirmendiyên me yên siyasî dê roja înê 23yê Gulanê 2025an bi serdana Partiya Paşerojê berdewam bike.
Em plan dikin ku di çarçoveya lihevkirina demokratîk de hevdîtinên xwe bi hemû partiyên siyasî re bidomînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse