Gengeşeyên nava CHPê li ser kongreyê zêde dibin

20-07-2018
Kemal Avcı
Piştî hilbijartina 24ê Hezîrana îsal, hin serkirde û endamên CHPê dixwazin kongreya partiya xwe lidar bixin.
Piştî hilbijartina 24ê Hezîrana îsal, hin serkirde û endamên CHPê dixwazin kongreya partiya xwe lidar bixin.
Nîşan CHP Kongre Gengeşe Tuncay Ozkan Gaye Usluer
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Di nava Partiya Gel a Komarî (CHP) de ji bo kongreyeke nû proseya komkirina îmzeyan dest pê kir. Li gorî rêziknameya CHPê ji bo kongreyeke nû pêwistî bi 623 îmzeyan heye. Heta niha 521 kesan ji bo kongreyeke nû îmze dane, lê rêveberiya navenda giştî ya CHPê bawer nake ku hêjmara wan îmzeyan bigihe 623'yan.

 

Piştî hilbijartina 24ê Hezîrana îsal, di nava CHPê de niqaşên daxwaza kongreyê gurtir dibe. Hinek CHPyî jibo ku rêveberiya CHPê bê guherandin ango ji bo kongreyeke nû îmzeyan kom dikin. Li gorî rêziknameya CHPê ji bo kombûna kongreyeke nû pêwistî bi 623 îmzeyan heye. Opozîsyona nav CHPê îdia dike, ku îmzeyên pêwist dê di demeke kurt de werin komkirin.

 

Parlamentera CHPê, Gaye Usluer derbarê komkirina rêjeya pêwîst a îmzayan de ji Rûdawê re ragihand: “Heta doh saet 5'an delegeyên me ji bo kongreya derasayî 521 îmzeyên ku ji aliyê noter ve hatî morkirin, gihandin me. Ez ji vir bi riya we hêvî dikim, ku kongreya me ya derasayî him ji bo partiya me hem jî ji bo tevahiya tirkiyê bi xêr be.”

 

Lê rêveberiya giştî ya navenda CHPê wisa nafikire. Li gorî rêveberiya CHPê opozîsyona nava partiyê nikarê îmzeyên pewîst kom bike.

 

Cîgirê Serokê CHPê, Tuncay Ozkan jî dibêje, aliyê ku di nava CHPê de dixwaze kongreyê saz bike, herî zêde dikare heta 470 îmzayan kom bike, lewma bi gotina wî egera lidarxistina kongreya derasayî nîne.

 

Tuncay Ozkan got: “Kongreya partiyê çawa tê komkirin, ew di rêziknameya partiyê de bi awayekî zelal hatiye diyarkirin. Piştî ku hêjmara pêwist temam bû, ew îmze radestî navenda giştî tên kirin, em ê jî pêwistîya wan imzeyan bi cî bînin. Ez texmîn dikim ku ew ê herî zêde bigihin 470 îmzeyan. bi ti awayî îhtimal nadim ku kongre bê kirin.”

 

Li gorî rêziknameya CHPê eger ku di nava 15 rojan de 623 îmze bên komkirin, divê rêveberiya partiyê jî di nava 45 rojan de kongreyêke nû pêk bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst