Doza betalkirina kongreya CHPyê hat taloqkirin

30-06-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Doz Kongre Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza ji bo betalkirina kongreya CHPyê ji bo 8ê îlonê hat taloqkirin

Di doza ku bi daxwaza betalkirina Kongreya Asayî ya 38an a Partiya Gel a Komarî (CHP) de hatibû vekirin, rûniştina sêyemîn îro li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 42yan a Enqereyê hat dîtin.

Doza Kongreya CHPyê di rojeva siyasetê de cihê xwe diparêze.

Dadgehê piştî ku li beyanên aliyan guhdarî kir rûniştin taloqî 8ê Îlonê kir.

Di dozê de bi taybetî îdiaya "pûçbûna mutleq" derket pêş û daxuyaniyên parêzerên aliyan bal kişandin ser xwe.

Rojaneva dozê

Di beşa yekem a dozê de beyanên parêzerên aliyan hatin girtin.

Parêzerê dawaker Lutfu Savaş û parêzerê hinek delegeyan Onur Yusuf Uregen îdia kir ku kongre li dijî hiqûqê ye û tekezî li ser "pûçbûna mutleq" kir.

Uregen anî ziman ku serokê dîwanê bêalî tevnegeriyaye tekez kir ku hilbijartina serokatiya giştî bi guman e.

Urengen diyar kir ku divê kongre pûç bê hesibandin. Her wiha, daxwaz kir ku xwestekên endamên Meclisa Partiyê yên ji bo tevlîbûna dozê bên redkirin.

Daxwaz û encamên muhtemel ên dozê

Aliyê dawaker daxwaza betalkirina kongreyê û ji peywirê girtina organên rayedar dike.

Eger ji dadgehê biryara "pûçbûna mutleq" derkeve, kongreya ku hatiye lidarxistin dê pûç bê hesibandin û birêvebiriya partiyê dibe ku vegere ser serokê giştî yê berê Kemal Kiliçdaroglu.

Lêbelê, ji ber ku dê pêvajoya îtirazê ya vê biryarê hebe, dibe ku ne mimkun be ku Kiliçdaroglu demildest vegere ser kursiya serokatiya giştî.

Dadgeh her wiha dikare biryara tedbîra îhtiyatî jî bide.

Di vê rewşê de, dibe ku navekî ku ji nav partiyê bê diyarkirin, CHPyê ji nû ve bibe kongreyê, were rojevê.

Her ku pêvajo didome, di nav îhtimalan de ye ku CHP pêvajoyeke nû ya kongreyê bide destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst