Xwîşka serkirdeyê PKKê Alî Haydar Kaytan hat desteserkirin

20-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê, Gulluşan Kandemir a xwîşka yek ji damezrînerê PKKê Alî Haydar Kaytan hat desteserkirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê, Gulluşan Kandemir a xwîşka yek ji damezrînerê PKKê Alî Haydar Kaytan e, bi idîaya “pereyên li dervayî welat li ser navê rêxistinê kom dibe li malbatên endamên rêxistinê belav dike” li navçeya Eregliyê ya Konyayê hat desteserkirin.

Hat ragihand ku Gulluşan Kandemir a demeke dirêj bû dihat şopandin, li mala wê polîsan dest bi çend belgeyên ji bo rêxistinê wek arşîv tên hesibandin de girtine.

Polîsan Gulluşan Kandemir birin Rêveberiya Ewlehiyê û biryar e piştî karên wê qediyan dê bo dadgehê were şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin