Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê kesekî 63 salî li mizgeftê di ser nimêjê de hat kuştin.
Bûyerê li Mizgefta Samî Ramazanogluyê ya li Taxa Selçukluyê ya li navçeya Melîkgaziyê rû da.
Li gorî agahiyan, Şevkî Tanrikuluyê 63 salî yê ku hefteyek berê ji ber cihê parkkirina otomobîlê li gel kesekî nîqaş kiribû li mizgeftê di dema nimêjê de bi kêran hat kuştin.
Dema Şevkî Tanrikulu nimêj dikir Y.Ş.yê 32 salî ve ji paş ve hatiye û ew daye ber kêran.
Li ser agahdarkirina cemaetê, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.
Di lêkolîna destpêkê ya tîmên tenduristiyê de hatiye diyarkirin ku Tanrikulu ji ber derbên kêran ên ku li gelek cihên laşê wî ketine li cihê bûyerê miriye.
Nîqaşa ji ber cihê parkkirina otomobîlan
Polîsên ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir ragihand ku êrişkar Y.Ş. piştî demeke kurt bi daxwaza xwe teslîmî polîsan bûye.
Li gorî agahiyên destpêkê, Y.Ş. û Tanrikulu hefteyek berê ji ber cihê parkkirina otomobîlê nîqaş kiriye.
Xizmên Tanrikulu yên ku hatin mizgeftê piştî bihîstina nûçeyê gelekî xemgîn bûn û bû hawar hawara wan.
Tîman term piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê bir meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.
Lêpirsîn didome
Polîsan derbarê bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kir û hûrgiliyên wekî ka gelo êriş plankirî bûye yan na û gelo Y.Ş. di dema bûyerê de çek hilgirtiye tên lêkolînkirin.
Dîmenên kamerayên ewlehiyê û îfadeyên şahidan jî tevlî lêpirsînê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse