Li Hatayê malbat pev çûn: 3 kuştî, 22 birîndar

1 demjimêr berê
Nîşan Hatay Pevçûn Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, di roja yekem a cejnê de du malbat ji ber zarokan pev çûn.

Di pevçûnê de 3 mirin û 22 kes jî birîndar bûn.

Yek ji wan kesên canê xwe ji dest daye jin e.

Bûyer doh li taxa Keskincikê ya navçeya Altinozuyê qewimî.

Pevçûn mezin bû

Li gorî îdiayan, di navbera du malbatên cîran de destpêkê ji ber zarokan nîqaş derket.

Nîqaş bi tevlîbûna xizmên her du malbatan mezin bû û veguherî pevçûneke mezin.

Di pevçûnê de çek, kêr, kevir û dar hatin bikaranîn.

6 kes hatin desteserkirin

Cendirmeyan midaxele kir û her du alî ji hev veqetandin.

Di şer de 25 kes birîndar bibûn û ew bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.

Li nexweşxaneyê 3 kesan canê xwe ji dest da.

Dermankirina 22 birîndaran jî didome.

Li aliyê din, tîmên cendirmeyan li taxê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê wergirtin.

Her wiha cendirmeyan di çarçoveya lêpirsînê de 6 kes desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst