Enqere (Rûdaw) - Wekî kevneşopiyekê, îsal jî di roja duyem a Cejna Remezanê de partiyên siyasî yên Tirkiyeyê çûn serdana hev.
DEM Partiyê bi şandeyekê MHPyê ziyaret kir û MHPyê jî DEM Partî ziyaret kir.
Di navbera AK Partî û DEM Partiyê de jî pîrozbahiya cejnê hat kirin lê AK Partî û CHPyê deriyên xwe li hevdû venekirin.
DEM Partiyê bi şandeyekê serdana xwe ya yekem ji bo MHPyê pêk anî ku bi salan bû her du partiyan di cejnan de pîrozbahî li hev nedikir.
Di serdanên îsal de li gel rewşa herêmê, wekî mijareke sereke mijara rapora Komîsyona Parlamentoyê û qonaxa duyem a pêvajoya aştiyê di rojevê de bûn.
“Em dê cejneke rasteqîn bikin diyarî gelên xwe”
Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Yuksel Mutluyê got:
“Em dê bi helkefta vê serdanê nêrîna partiya xwe ya derbarê rojevê de parve bikin.
Em hêvî dikin di navbera her du cejnan de em karekî wisa bikin ku em cejneke rasteqîn bikin diyarî gelên xwe.”
AK Partî û CHPyê hevdû qebûl nekir
Di demekê de ku ji ber atmosfera erênî ya pêvajoya çareseriyê AK Partiyê jî ji bo cejnê berê xwe da DEM Partiyê lê wekî cejna borî di vê cejnê de jî CHP û AK Partiyê pêşwaziya hevdû nekir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Resul Kurt wiha axivî:
“Şer, hêsir û xwîna ku li derdora me dirije bû sedem ku em bi dilekî şikestî pêşwaziya cejnê bikin.
Em hewl didin ku welatê me ji vê dorpêça agirî rizgar bibe û aştî û aramî li herêmê serdest be.”
Di nav partiyên siyasî de ya ku herî zêde pêşwaziya partiyan kir CHPyê bû.
CHPyê bi 17 partiyan re, AK Partiyê bi 14 partiyan re, DEM Partiyê bi 9 partiyan re û MHPyê jî bi 7 partiyan re cejna Remezan û Newrozê pîroz kirin.
“Înşelah em dê bibin desthilatdar”
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz jî got:
“Tê pêşbînîkirin ku piştî cejnê rojeveke germ li pêşiya me be.
Em wekî CHPyê niha di mixalefetê de ne û înşelah di hilbijartina yekem de em dê bibin desthilatdar.
Em dê ji bo aramî û xweşbextiya welatiyên xwe çi ji destê me were bikin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Bîlal Yildirim jî daxwazên xwe wiha anîn zimên:
“Em di vê cejnê de hêviya cîhaneke bêhêsir û bêxwîn dikin. Di vê cejnê de hêviya me azadiya Quds û Filîstînê ye.”
Cejna Remezanê û Newroz di heman rojê de ne
Ji ber ku îsal Cejna Remezanê û Cejna Newrozê di heman rojê de bûn, di dema serdana partiyan de li gel Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiya Newrozê jî hatin dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse