Tirkiyeyê li ser parêzgariya Kerkûkê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Kerkûk Mihemed Seman Axa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hilbijartina Mihemed Seman Axa daxuyaniyek belav kir.

Tirkiyeyê ragihand ku hilbijartina parêzgarekî Tirkmen ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan û aramiya civakî pêngaveke giring e.

"Mafekî yasayî yê ku hatibû bipaşxistin hat radestkirin"

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku Tirkmen pêkhateyeke resen a Kerkûkê ne.
Li gorî Tirkiyeyê, ev yek pêngaveke dîrokî ye ji bo çespandina edaleta di nûnertiyê de.

Wezaretê diyar kir ku ev yek radestkirina mafekî yasayî ye ku demeke dirêj hatibû bipaşxistin.

Dorvegeriya li ser erkan

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê behs kir ku dabeşkirina erkên îdarî yên bilind li Kerkûkê divê li ser bingeha lihevkirinê be.
Tirkiyeyê tekez kir ku dorvegeriya li ser erkan ji bo hemû pêkhateyan destkefteke adilane ye.

Hate ragihandin ku ev geşedan dê alîkariya aramî, ewlehî û xweşguzaraniya xelkê Kerkûkê bike.

Çi bûbû?

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha dev ji erka xwe berda bû. Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja 17ê Nîsanê civînek kiribû û Serokê Enniya Tirkmenî Mihemed Seman Axa wekî parêzgar hilbijartibû.

Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî biryarnameya tayînkirina parêzgarê Kerkûkê radestî Mihemed Seman Axa kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst