Akin Gurlek: Şahidê nihênî cihê gora Gulistan Dokuyê eşkere kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Akin Gurlek Gulistan Doku
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akin Gurlek ragihand ku li gorî îfadeyên şahidekî nihênî, termê Gulistan Dokuyê û ew çeka ku pê hatiye kuştin hatine dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û li ser doza windabûna xwendekara Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê Gulistan Dokuyê axivî.

Akin Gurlek diyar kir ku girêka di dosyeyê de bi saya îfadeyên şahidekî nihênî yê ku sala 2025an derketibû holê hatiye çareserkirin.

Gurlek destnîşan kir ku tiştên şahidê nihênî gotine li gel delîlên li qadê ji sedî sed li hev tên.

Cihê gorê û çeka tawanê hatin dîtin

Akin Gurlek li ser hûrgiliyan got:

“Şahidê nihênî cihê gorê nîşan da û ji wir nimûne hatin wergirtin.

Ew çeka ku tawan pê hatibû kirin jî li gel term hatibû binaxkirin.

Ji ber ku çek demeke dirêj di bin erdê de maye, zeng girtiye.

Dema delîl û gotinên şahid li hev hatin, rapora fermî hat amadekirin.

Her wiha di vê pêvajoyê de îtirafkar jî derketin û îfadeyên polîsekî yên li ser parêzgarê wê demê jî ketin nav dosyeyê.”

Parêzgarê berê yê Dêrsimê hat girtin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser girtina parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî axivî û diyar kir ku pêvajoya yasayî ji bo her kesî wekî hev e.

Gurlek da zanîn ku Serdozgeriya Erziromê lêpirsînê bi rê ve dibe û li ser helwesta dadweriyê got:

“Di hiqûqê de em li serok, parêzgar an şaredaran nanêrin.

Armanca me ya sereke ew e ku gora wê keçikê hebe, malbata wê herin ser gora wê duayan bikin û tawanbar werin cezakirin.”

Veşartina delîlan bi zanebûn hatiye kirin

Akin Gurlek diyar kir ku tişta herî zelal a di lêpirsînê de derketiye holê ew e ku wê demê veşartina delîlan bi zanebûn hatiye kirin.

Wî got ku destdanîna ser SIM karta Gulistan Dokuyê û jêbirina amarên di nav wê de ji aliyê polîsên taybet ve û her wiha jinavbirina tomarên nexweşxaneyê rasterast tawan in.

Gurlek her wiha ragihand ku ji bo girtina gumanbar Umut Altaşê ku reviyaye Amerîkayê jî "bultena sor" hatiye derxistin û daxwaza radestkirina wî ji Amerîkayê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst