Kurtulmuş û Bahçelî civiyan: Rojev komîsyona pêvajoyê ye

21-07-2025
Nîşan Numan Kurtulmuş Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî civiyan.

Hat zanîn ku Bahçelî û Kurtulmuş di hevdîtina xwe de li ser xebatên komîsyona pêvajoya çareseriyê ya dê li Parlamentoyê were avakirin nêrînên xwe bi hev re parve kirin.

Li ser hesabê Xê yê Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê hevdîtina Kurtulmuş û Bahçelî daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hatin gotin:

"Serokê me yê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li parlamentoyê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ziyaret kir.

Di hevdîtinê de xebatên komîsyona ku dê di çarçoveya armanca 'Tirkiyeya bêteror' a dê li parlamentoyê were avakirin gotûbêj hatin kirin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst